BasNews – Pasevaniya Sînor a Iraqê bi armanca tund kirina sînoran û dûrxistina PKKê ji deverên sînorî, xaleke din a serbazî li sînorê gundê Hirûrê yê ser bi Kanî Masî zêde dikin.
Li gor zanyariyên K24ê, îro danê sibê 14ê Gulana 2022yan, hêzên Pasevaniya Sînor a Iraqê li nahiya Kanî Masî ya ser bi navçeya Amêdiyê, li nêzîkî gundê Hirûrê yê devera Berwarî Bala, xaleke din a serbazî zêde kirin.
Çavkaniyekî ji Peyamnêrê K24ê re ragihand: “Xala serbazî ku hêzên pasevaniyê lê têne bicihkirin û dê her dem hêzên pasevaniya sînor lê bimînin.”
Bi danîna vê xala serbazî, hejmara binke û baregehên Pasevaniya Sînor a Iraqê li devera Berwarî Bala û Sindî, bûne 30 xalên serbazî, ku bûye demek hêzên Iraqê xala serbazî li wê navçeyê zêde dikin.
Çavkaniyek serbazî ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ji K24ê re eşkere kir: ‘’Armanca danîna wan xalan, rêgirtin û dûrxistina çekdarên PKKê ye, ku hincet dide destê hêzên Tirkiyê û hêzên wê dikşîne nav sînorê Herêma Kurdistanê û Iraqê.”