Şerê Rûsya-Ukraynayê  û “dinyaya nû” û zêdebûna milîtarîzmê...
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x
İbrahim Güçlü

Şerê Rûsya-Ukraynayê  û “dinyaya nû” û zêdebûna milîtarîzmê...

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Beriya ku Şerê Sar biqede û sîstema sosyalîst bê rûxandin (1989), li dinyayê du sîstem hebûn. Sîstemek, sîsteme kapîtalîst bû û sîstemek jî sosyalîst bû. Avayî ya dinyayê û bûyerên li dinyayê diqewîmin, gor van du sîsteman, gorî parametreyên du sîsteman dihatin îzah kirin.

Sîstema kapîtalîst, di wê nêrînê de bû ku sîstema sosyalîst sedema bê hiqûqî, bê edaletê, ne demokrasiyê ye. Sedema şer û êrîşên milîtarîzmê ye. Dema ku sîstema sosyalîst ji holê rabê, ev xirabiyên li dinyayê hene ji holê radibin.

Sîstema sosyalîst û sosyalîstan jî digot ku, sedema hemû xirabiyên li dinyayê kapîtalîzm û sîstema kapîtalîst e. Dema sîstema kapîtalîst ji holê rabê, li dinyayê feqîrî namîne. Xebatkarên welatan jî dê li welatên xwe desthilatdar bin. Dîktatoriya karkeran û xebatkaran ava dibe, kapîtalîzm û dîktatoriya burjuwan û sermeyadaran, ji holê radibin. Li dinyayê demokrasî ava dibe. Bê edaletî (bê dadî), bê hiqûqî ji holê radibe. Şer çê nabin û milîtarîzm dê ji holê rabe.

Hezar mixabin dema sîstema sosyalîst û dewletên sosyalîst dihatin şirovekirin û lêkolîn, encameke xirab derdiket holê. Li welatên sosyalîstî bê dadî, nebûna demokrasiyê, milîtarîzm pêşxistin, li dinyayê şerên herêmî meşandin li cem wan bû. 

Divê bê îtiraf kirin û bê dîtin ku herdu sîsteman ji bona dinyayê bihûşt û cinet vaad dikirin, lê bi xwe ne bihûşt û ne cinet bûn.

Lê diyar bû ku rewşa sîstema kapîtalîst û dewletên rojavayê (Amerîka û Ewrûpayê), ji sîstema sosyalîst û dewletên sosyalîst baştir bû.

Dema ku di sala 1989an de sîstema sosyalîst têk çû û jiyana xwe dawî anî, li dinyayê hêviyek çê bû ku “dinyayeke nû” dê çê bibe. Demokrasî dê li hemû welatan ava bibe, Bê edaletî, bê hiqûqî, feqîrî dê ji holê rabe. Hemû neteweyên bindest dê azad bibin û dewletên xwe ava bikin, emperyalîzm û kolonyalîzm dê ji holê rabe.

Di destpêkê de di sîstema sosyalîst de guhertinên hatin rojevê, azadbûn û dewlet avakirina neteweyên bindest yên Yekîtiya Sovyetan û Yûgoslavyayê, hêviya sivîlazasyonê, qewimandinên demokratîk, ji bona dinyayeke nû hêvî çêkir.

Heta li dinyayê qenaetek çêbû ku li dinyayê bi destê sîstema kapîtalîst ku li hemberî sîstema sosyalîst serkeftî bibû, dê cinetek ava bibe, Neheqî dê ji holê rabîn. Ji bona neteweyên bindest û bi taybetî ji bona neteweya kurd jî hêviyek çêbû ku dê dewleta Kurdistanê ava bibe.

Li dinyayê hemû rewşenbîr û siyasetvanan bi nêrîneke mişterek diyar kirin ku dinya dê bibe maleke mişterek. Globalîzm dê pêş bikeve. Loma jî hat gotin ku “mala dinyayê ya nû”.

Hezar mixabin piştî demekê ev hêvî hêdî hêdî ji holê rabûn. Li dinyayê li gelek herêman şerên wekaletê û dagirkerî hat holê. Li dinyayê dîmênê beriya Şerê Sar jinûve vegeriya. Afganîstan di 2001an de hat îşgal kirin. Li Yemenê şer derket û Îran û Siûdî Erebîstan hatin hemberî hev. Bihara Ereban li gelek ciyan bûn sedem ku xwîn biherîke. Li Misirê derba leşkerî çê bibe. 

Lê dîsa jî ew dîmen li dinyayê ji aliıyê analîst û lêkolîner û siyasetvanan ve wek şerê sar bi nav nebû. Lê ev qewimandin wek nîşana şerê sar hatin bi nav kirin. Min bi xwe jî ev qewimandinan wek nîşana şerê sar bi nav kir.   Bi taybetî Şerê hûndir li Sûriyeyê ji bona şerê sar parametre û qrîterên gelek diyar derxistin holê. 

Lê Şerê Rûsya-Ukraynayê, him şerê du dewletan e. Him jî Şerekî wekalêtê ye. Şerê Emerîka û Ewrûpayê ye.

Lewra Rûsya û Emerîka û Ewrûpa li hemberî hev şerê aborî û siyası îlan kirin û didomînin. Piştgiriya çek ya Emerîka û Ewrûpayê ji Ukraynayê re, şer kiriye şerekî germ û  şerekî Dinya ya Rojhilat û Rojavayê ye; şerê. Rûsyayê, Emerîka Ewrûpayê, Çinê, Îranê û Koreyê.

Şerê Dinyayê ya 3-emîn gelek nêzik tê şirove kirin û dîtin. Her dewletek ji bona ku xwe biparêzin çekdar dibin. Dewletên Yekîtiya Ewrupayê bi taybetî ji bona ku çek bikirin baceke mezin diyar kirin. Ew çekan dê ji Emerîkayê bê kirîn. Ew jî dibe sedem ku çek bên îmalat kirin.

Elmanya piştî Şerê 2-emîn ya Cîhanê bêçek hat kirin û artêşa wan hat belav kirin. Şerê Rûsyayê-Ukraynayê bû sedem ku Elmanya çekekî mezin bikire û artêşa xwe çê bike. Şerê Ukraynayê û Rûsyayê ji bona Elmanyayê derfetek mezin çêkir. Tîfaqa di navbeyna Emerîka û Dewletên Yekîtiya Ewrûpayê di konsepta milîtarîzmê û NATOyê de xurttir bû.

Her dewletek ji bona xwe çekên nukleerî pêwîst dibînin. Ji bona wan çekan çê bikin, di nav hewildaneke xurt û diyar dane.

Serokkomarê Ukraynayê diyar kir ku ew dixwazinn piştî şer bibin wek Dewleta Îsraîlê.

Ew hemû qewimandin diyar dikin ku şerekî sar û germ di nav hevûdu de li dinyayê di rojevê de ye.

Li dinyayê milîtarîzm pêş dikeve.  Piştî şerê sar, dinya di wê baweriyê de bû ku çekên kêm bibin û milîtarizm dê şikest bixwe. Lê ceribandina dinyayê tiştekî din û berevajî wê diyar kir.

Diyarbekîr, 08. 04. 2022

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved