BasNews – Tirkiyê di yek mehê de bayê zêdetir ji milyarek dolar tiştan henardeyî Kurdistan û Iraqê kiriye.
Îro 02.04.2022yê desteya amar a Tirkiyê di raportekî de ragehand: Nirxê henardeya Tirkiyê di meha Sibat a 2022yê de geheştiye 20 milyar û çar milyon dolar û nirxê hawirde jî geheştiye 27 milyar û 885 milyon dolaran.
Desteya amar a Tirkiyê ragehand, nirxê henardeya Tirkiyê ya ji bo herêma Kurdistan û Iraqê jî geheştiye milyarek û 70 milyon dolaran.
Rêzbendiya wan welatên ku herî zêde henarde ji Tirkiyê geheştiye wan û nirxê henardeyê jî waha ye:
Almanya: Milyarek û 785 milyon dolar
Amerîka: Milyarek û 299 milyon dolar
Brîtanya: Milyarek û 98 milyon dolar
Îtalya: Milyarek û 85 milyon dolar
Herêma Kurdistan û Iraq: Milyarek û 70 milyon dolar.