Îro 31 sal li ser koçberiya gelê Başûrê Kurdistanê re derbas dibe
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Îro 31 sal li ser koçberiya gelê Başûrê Kurdistanê re derbas dibe

BasNews – 31 sal berî nah adi roja 31.03.2022yê ango tene 10 roj piştî Raperîna girseyî ya gelê Başûrê Kurdistanê, ya bi piştevaniya Hêzên Pêşmergeyên Eniya Kurdistanê ve geheşt asta herî bilin û piraniya axa Başûrê Kurdistanê ji dest hêzên Rejîma Beis a Iraqê hatin rizgar kirin, rejîma Beis êrîşekî berfireh a bejayî û esmanî li ser Başûrê Kurdistanê pêkanî û piraniya gelê Başûrê Kurdistanê bi koçberiyekî cemaverî ango komcivakî ve berê xwe dan Rojhilat û Bakurê Kurdistanê.

Piştî Raperîna girseyî û rizgar kirina bajarên Başûrê Kurdistanê, rejîma wê demê ya Iraqê ya di serokatiya Sedam Husên ê dîktator ê Iraqê yê hate darve kirin, bi hezaran tank, zirîpoş, balefir û helîkopterên leşkerî ve êrîşekî erdî ango bejayî û esmanî ya berfireh li ser bajarên Başûrê Kurdistanê kir û bi milyonan xelk wek nîşandana nerazîbûna dijî bindestiya Beis, mal û bajarên xwe bicîh hiştin û berê xwe dane sînorê Rojhilat û Bakurê Kurdistanê û di wê rojê de hejmarekî zêde ya xelkê Kurdistanê jî şehîd bûn.

Di wê koçberiya milyonî de, di bin çavdêriya êrîşên balefirî û bombebaranên balefirên şer ên hikûmeta Bexdayê xelkekî zêde û bi taybet jin û zarok û pîr û kal bûn qurbanî. Ji ber wê yek ji bûyerên herî hejîner ên wê qonaxê ya Başûrê Kurdistanê jî ew koçberiya girseyî ye û şirovekar dibêjin ew koçberiya xelkê Başûrê Kurdistanê wek nerazîbûna herî mezin û serhildana sivîl e li hember dagirkeriyê.

Piştî wê koçberiya milyonî gelê koçber ê Başûrê Kurdistanê li bajarê Rojhilat û Bakurê Kurdistanê, bi dehan kampên leşkerî de hatin bicîh kirin û rastî gelek êş û belayan hatin.

Hêzên dagirker ên Rejîma Beis, piştî dagirkirina Hewlêr û navçeyên din ên Kurdistanê û koçberiya girseyê ya gelê Kurdistanê, dixwest heta navçeyên Soran, Balekayetî û Hacî Omeran pêşde biçe, lê roja 7ê Nîsanê heta 11ê Nîsan a 1991ê ji aliyê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ve bi serokatiya Serok Barzanî de destaneke qehremaniyê ya 4 rojan a bi navê ‘’Destana Korê’’ ve hêzên dagirker hatin şikandin û hikûmet naçar ma danûstandinan bike.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved