Hevpeyvîn: Ruken Hatun Turhallı
BasNews: Diyaspora ya Ewropê bi hêza huner û hînberi yê hewl dide ku şano û serpêhati yên Kurdan bigihîne cîhanê. Jinên Kurd jî di vê rastiyê de weynek serdest dilîzin.
Solîn Hacador, akademîsyena Kurd, şêwirmenda veberhênana karsaziyê, çalakvana mafên mirova û parêzvana mafên jina ye ku di diaspora ya Ewropê de weynek aktîf dilîze. Her wusa, pisporî ya wê ya akademîk bi jêhatî di şaxên cihê fîlmên belgeyî jî pêşve dice. Me bi wê re; liser fîlma ‘Şengal’ê, Îman Eydo, keça 9 salî ya Ezdî ku di Komkujiya Şengalê de bi destên DAIŞ'ê hatibû revandin û bi sed dolarî firotanê fermandarekî DAIŞ'ê yê 70 salî, û liser belgefîlmên "Fermandar Arian" behs kir.
Her çend tu li Ewropayê mezin bûyî jî, tu Kurdî hem di jiyana xwe ya rojane, hem jî di jiyana xwe ya akademîk biawayekî aktîf bikar tînî. Ez pêwendiya te ya bi Kurdî re dizanim; gelo çîrokek paş girêdana te ya Kurdî ya ewqas xweş li dîasporayê karanîn heye?
Berî her tiştî ez spasiya we dikim ku we derfet da min ez xwe ragihînim û raya xwe bi miletê xwe yê ezîzen Kurd re parvekim. Ez li malbatek welatparêz mezin bûm û dayika min ya rehmetî her tim li ser girîngiya zimanê zikmakî şîret li min dikir. Em li kuderê dibin jî bila bin, ziman alîkariya hebûna me dike. Em tenê dikarin xwe bi zimanê zikmakî baştir bînin ziman. Zimanê zikmakî di avakirina nasnameya me de rolek bingehîn dilîze. Axaftina bi zimanê zikmakî tê wateya berdewamiya heman dîrok û çanda dê û bav, xizm û heta nifşên berî û pêş. Xwezanîna ku em aîdê welatê xwe ne, bawerî û îstiqrarê dide. Ez Kurdim û ji ber bikaranîna Kurdî di jiyana xwe ya rojane pir kêfxweşim.
“Birayê min yê mezin li ser sînor dema alîkariya bapîrê min ji cenabê birêz Îdrîs Barzanî’re şandi bû, ji aliyê artêşa Tirk ve hat kuştin”
Bapîrê min yê mezin ji ber têkoşîna li ser mafên Kurdan bi awayekî hovane ji aliyê Osmaniyan ve hat kuştin. Piştre birayê min yê mezin li ser sînor dema alîkariya bapîrê min ji cenabê birêz Îdrîs Barzanî’re şandi bû, ji aliyê artêşa Tirk ve hat kuştin. Ji aliyekê din ve xizmê min birêz Huseyîn Baybasin li Hollandayê girtî bû û zimanê wî yê zikmakî hati bû qedexekirin. Ew heft sal nikare bû bi malbata xwe re bi Kurdî biaxive. Min bi xwe ji bo bidestxistina mafên mirovan yê bingehînên birêz Huseyîn Baybasin, weke axaftina bi zimanê zikmakî û darizandineke adil, têkoşîneke bilinda mafên mirovan da. Desthilatdarên Holendî qedexe kirin ku birêz Baybasin xwe bi zimanê xwe yê Kurdî îfade bike. Livra eşkere ye ku wan gelek xalên Peymana Ewropî ya Mafên Mirovan binpê dikirin. Ev wek xala 3: Azadiya ji îşkence û muameleya nemirovane, Xala 6: Mafê dadgehkirineke adil, Xala 7: Bê qanûn nehê cezakirin, Xala 8: Rêzgirtina jiyana taybet û malbatî, Bend 14: Parastina ji cihêkariyê di warê van maf û azadiyan. Di danûstendina min ya bi rayedarên Hollandî re, wan diyar kir ku zimanê Kurdî ne li gorî standardên Ewropî wekî Tirkî û Erebî nine. Vê bersiva pir êrîşkar û biçûkdîtinî min zor aciz kir û hişt ku pêştir biçim. Min ev mijar li Parlamentoya Hollandayê bi endamên meclîsê re, piştre bi şahbanûya Hollanda Beatriz û li Parlamenta Ewropayê bi parlamenterên Hollandî û Brîtanyayî re nîqaş kir. Min li girtîgehên Hollandayê mafê axaftinê bi Kurdî bi dest xist û rê li ber îşkence û muameleya xerab dijê birêz Huseyin Baybasin girt (Baybaşin v. Hollanda (biryam), jimare 13600/02, 6 Çirî 2005). Di ew demê; min zehmetiyên bêdewlet bûna miletê xwe yê Kurd behtir hêst kir. Ji ber van hemû tiştên ku li jor hatine ravekirin, ez zêdetir bi zimanê xwe yê zikmakî ve hatim girêdan. Çawa ku min soz dabû dayika xwe ya rehmetî ku ez hîn zêdetir li ser zimanê xwe yê zikmakî bisekinim, ez Kurdî di hemû warên jiyana xwe bikartînim.
Her çend li dîasporayê mezin bûyî jî, di nava sîstema Ewrûpayê xwedî îmkanên xurt bûyî ku xwe wek jinek Kurd îfade dikî, gelo çawa dikarî biva hemû şareza ya re bijî?
Gelek spas ji bo şîroveya te ya li ser min. Jiyana li Ewropê gelek alîkariya min kir ku ez di warên cuda xwe pêş bixim. Ez ji dîsîplîn û dîsîplînên kontrola navîn hezdikim, mebesta min dengê piçûke ku dibêje: "Ku hûn dixwazin tiştek rast were kirin, divê hûn xwere raste go bin û bixwe bikin." Ez bihemû hêza xwe hewl didim ku serketî bim û xizmeta gelê xwe bikim. Ez difikirim ku gelek jin jî wek min hewl didin. Ku weha neb, gelek pirtûk qet nedihatin nivîsandin, fîlim qet nehatin çêkirin, cil û berg qet nehatin çêkirin, teknolojî bêyî jinan nedihat îcadkirin. Ez li ku derê me, çewa û çiqas dixwazim di pisporî ya xwe pêşxim, bes tiştek ku em tevî maf dikin serkeftin e û berhevkirina wê ye. Lêbelê ev biryar, cesaret, meraq, israr û sebir dixwaze. Pêngava yekem ji bo bicihanîna hemî armancên xwe û pêkanîna xewnên xwe bi vê têgihîştina hêsan dest pê dike ku hûn mirov in: Kesên herî balkêş ew kesin ku eleqedarê jiyanêne û qet dev ji "hişê destpêker" bernadin. Ew fersendên fêrbûnê ger kesane ger jî b pîşeyî pêş dixin û mezin dibin.
Zehmetî û avantajên jinên Kurd yên dîaspora ji bo afirandina xwe çine? Hûn dixwazin li ser pêşketina jina Kurda dîaspora yê ji aliyê hejmarî û kalîteyî de çi bêjin? Dîsa di çavê Ewropiyan de îmaja jina Kurd bi çi rengî ye?
Tevî ku îro jinên Kurd li dîaspora pêşketinên mezin bidest xistine jî, belgeyên berdest nîşan didin ku jin hîn di bin zextên çandî û bêdewletbûnê de ne. Nehevsengiya zayendî bi taybetî di nav wan kesên ku xwendina bilind dişopînin û di kariyera xwe de pêşde diçin rast e. Ev ne tenê ji bo jinên Kurd ji bo her neteweyekê derbasdar e. Ne girîng e ku hûn ji hêla pîşeyî ve baş amade bin, ji bo jinbûn bêtir hewldan hewce dike û hûn bi rengek adil nayên dermankirin. Hevalek min ya jin ku profesora zanista-neurolojî ye, di warê xwe de li Spanyayê pispora jin bitenê ewe, li zanîngeha Barselona û zanîngeha Bilbao ders dide. Ev bajar zêdetirê 600 km ji hev dûrin dixebite, bes xebata wê bi rengek hêja nayê nirx kirin. Em têgihîştin ku jin dikarin di pêşkeftin û domdariya cîhanê de weynek bingehîn bilîze. Ev biperwerdehî û derfetên kar di warên; zanistî, teknolojî, nûjenî û bi qalibên civakî yên ku li cîhên kar li berxwe dide were guheztin. Di çend lêkolînên vê dawiyê hatine weşandin, kêşeyên ku zanyarên jin di cîhên kar de rû bi rû dimînin destnîşan dikin. Eşkere ye ku standarda dualî li hember jinê pirsgirêkeke. Zanyaran angaşt kirin ku komên dezavantaj di hewildanên xwe de ji bo bidestxistina newekheviyê kêm bikin, bi bijarte yek nemar rû bi rû dimînin: ew dikarin yekbûna xwe tekez bikin.
“Jina Kurd li Ewropê bi giranî wek şervanên xurt tê nerxandin”
Wêne ya jina Kurd li Ewropê bi giranî wek şervanên xurt tê nerxandin. Ev wêne bitêkoşîna Kobanî belav bû. Divê ez behsa wêne ya jina Kurd ya li Spanyê jî bikim. Dema ez qala eslê xwe dikim, mirov dikenin. Carekê ez aciz bûm û min sedema wê pirsî. Sedema ku hat gotin wek henekê bû, ji ber vê yekê ji minre gotin ku li Spanê û li Amerîkaya Latîn jinên Kurd pir xweşik dihesibînin û fikir dikin ku jina Kurd mîna meşrûbê di şûşê de ne, dema mirov vexwe, demek dirêj serxweş dibe. Gelek jinên Kurd li dîasporaya Kurdên Ewropayê pêş ketine. Bitaybetî li Swêdê Amineh Kakabaveh heye, ku ji Rojhilatê Kurdistanê (kevne pêşmergeya) ye û ji sala 2008’ê ve endam parlementera Swêdê ye. Evîn Încîr jî ji Bakurê Kurdistanê, endama Partiya Sosyal Demokrat e û ji sala 2019’ve endam parlamana Ewropa ye. Li Almanyê Bjeen Alhassan ji Rojavayê Kurdistanê di warê piştgirîkirina penaberên jin de xebateke mezin kiriye û di sala 2020 de xelata Federal wergirtiye. Akbulut di sala 2017'an de ji bo rêza sêyemîn a Landesverband BadenWürttemberg'ê hat hilbijartin. Li Almanyê gelek siyasetmedarên jinên Kurd hene. Her wiha, bi serbilindî behsa siyasetmedara Kurd-Hollandî ya Partiya Gel ji bo Azadî û Demokrasiyê (VVD) ji Bakurê Kurdistanê Dilan Yeşilgöz-Zegerius bikim, ew ji sala 2017’an şunde parlementera Holendayê ye û wek Wezira Dewleta Holandê ji bo Karê Aboriyê hatiye destnîşankirin.
“Ez bi serbilindayî behsa nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Bayan Samî Ebdulrehman bikim û ew di mijara pirsgirêka Kurd gelek pêşxistiye”
Ne tenê li Ewropayê, bes li Amerîka jî ji Başûrê Kurdistanê dîplomata Kurd ku ez bi serbilindayî behsa nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Bayan Samî Ebdulrehman bikim, ew di mijara pirsgirêka Kurd gelek pêşxistiye. Heqe hejmarên pirtir behsa jinên Kurd bê kirin bes derfeta min livir bisînore. Diyaspora li gel gelek rêxistinên civaka sîvîl li seranserê Ewropayê ji bo hişyarkirina rewşa Kurdan li Tirkiyê kar dike. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ku zextê li Tirkiyê bikin, pirsgirêka Kurd bi serkeftinê kirin rojeva Ewrûpê, lobiya siyasetmedar û hikûmetên Ewropî. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku ji bilî israr, jêhatîbûn û xîretê, hêzek din jî heye ku jina dikşîne pêşdeçûnê: Divê jin alîkariya hev bikin ku xwe nêzî armancên xwe bikin. Ez yek bi yek spasiya jina Kurd ku ji bo gelê Kurd li dîasporayê kar dike dikim.
Hûn bimafên mirova, huner-çand û xebatên xwe yên akademîk derdikevin pêş. Hûn rewşa dîasporaya Kurdên Ewrûpayê di van sê waran çawa dibînin? Diyaspora ya Kurdî bandoreke çawa li Kurdistanê dike?
Pêşketinên li Kurdistanê dîasporaya Ewropê çawa diyar dikin? - Mafên Mirova di salên xebata xwe de li ser erka dewletê ya ji bo parastin û garantî kirin û pêkanîna lêkolînên têkildar di dema binpêkirinê dixebite; her wiha, naskirina rewşa mexdûran ji malbatên qurbaniyanre û ragihandina wan bimafê rastiyê, ne wek mafekî mirovî yê xweser, wek mafê qurbaniyan û xizmên wan diparêze. Bê şik ev, ji aliyên yasayanve derketine holê. Ez bi êşên netewa xwe agahdarim û biqanûna hewl didim ku alîkarê wê bim ku wek her netewek mafê netewa min jî bê garantî kirin. Netewa min ya Kurd jî wek her netewek bighîje mafên xwe yê bingehînê însanî. Xwendina min ya akademîk gelek alîkariya min kir ku ez xwe di warên cûda de bînim ziman. Ez xwe perwerdekirinê hezdikim û zanîna xwe dixim xizmeta mirova. Di qanûn, karsazî û hînkirina ziman de min ezmûnek zexm bidest xist, û ez wekî xwendekar tevgeriyam. Ji ber ku ez akademîsyenek serkeftî bûm sê caran hatim xelat kirin.
“Girînge ku mirov armanc û mebestan saz bike”
Ez vê yekê deyndarê girêdana dîsîplînê û xwedî armancê me. Girînge ku mirov armanc û mebestan saz bike. Ku weha nebe, emê li ser jiyana rojane bisekinin. Biperspektîfa çend salên ku di akademiyê de derbas bûne, mêze dikim, xwedî armanc bûn gelek alîkariya min bû. Ez vê yekê bi pêbaweriyek bilind dibêjim, min çend sal berê dest bi danîna armancên rojane û heftane kir û min di hilberîna xwe de zêdebûnek pir bilind dît. Tevî van hemûyan jî, ez hewl didim ku ji berjewendiyên xwe sûd werbigirim; huner û çande. Ez bala xwe didim zanîna çandên heta huner, muzîk û dîrokê. Mirov hewl didin ku birêya; huner, mûzîk, dans, şano, sînema, mîmarî hwd xwe bidin nasînn. Diyare ku bisedsalan û çandên têkelê Ewrûpê bi mîrateyên hunerî yên herî ecêbên cîhanêre şopa xwe ya balkêş diyar kirine. Bêgûman, her karê hunerî biçîrokên li paş xwe tînin ziman. Diyaspora Kurdî di gelek warên cuda, wek lêkolînên akademîk pêş dikeve. Ji ber vê yekê zanyarê naskirî yê cîhanê wek Dr. Anwar Hamasaeed ku diyarî ya zanyarî ya Awropî sendiye, bicennabê wî û lêkolînên wî serbilindim. Çend akademîsyenên Kurdên din li Awropa û cîhanê hene ku mirov behsa wan bike.
“Bibaweriya min ku em hurmeta hevdu negirin û Kurdên xwe yên jêhatî biçûk nebînin,”
Bes, ez dixwazim mijarek girîng ku ez pê acizim bînim ziman. Her çend em akademîsyen an pisporên jêhatî yên bilind di hin aliyan de ji Awropiyên xwecihî çêtirin jî, ew heman derfetan nadin me. Ez Awropî yan biçûkdîtinî suçdar nakim û binealîgiriyê reş nakim, bes ez van teva biencama çend ezmûnan dibêjim. Li Kurdistanê bitaybetî li zanîngehên Başûrê Kurdistanê akademîsyenên biyanîre ku asta nizm bin jî, rêz û hurmet nîşan didin û hemû derfeta pêşkêşê wan dikin. Ev heqe bê guheztin. Bibaweriya min ku em hurmeta hevdu negirin û Kurdên xwe yên jêhatî biçûk bînin, nirxê Awropiya dijê me reş ndibe. Kesên me yên jêhatî dikarin berjewendîyên qahîm bidin netewa Kurd. Bila mirovên me yên jêhatî yên bilind ji layê Awropî û ji layê cîhanêve werin daxwazkirin. Ji bo îmaja Kurda ya li Awropê, tiştên ku dibînim ez nekêyfxweşim. Mixabin di encama nakokiyên di navbera komên siyasî yên Kurd de îmaja me qels bûye. Çapemeniya Ewropê mijarên nexweş wekî; şer, teror û tawanên li dijî mirovahiyê, bi taybetî tawanên li dijî jinan, bazirganiya mirovan, û gendelî belav dike. Ez dikarim bi serbilindî bibêjim ku medya Kurdî her ku diçe mezin dibe û bi hemû hêza xwe hewl dide ku bandorek erênî li ser civakên navneteweyî bihêle.
“Bi xemgînî bibêjim ku em di warê welatparêzî ye de lawazin û dijminên Kurda ji vê halê sûd werdigirin û ev jî bêdewlet bûna me durdixe”
Medyaya Kurdî bi giştî dikare di vî warî de weynek girîng bilîze û Kurdistanê zêdetir bide hezkirin. Ji aliyekî din ve ez dikarim bi xemgînî bibêjim ku em di warê welatparêzî ye de lawazin û dijminên Kurda ji vê halê sûd werdigirin û ev jî bêdewlet bûna me durdixe. Axa Kurda ji aliyê petrol, gaza xwezayî û avê ve devereke dewlemende. Bes dervabûna deryayê, wê biberdewamî girêdayî hemû cîranên xwe wek nemaze Tirkiyê, ku netirsiya dorpêçkirina bazirganî çêdike. Divê em jibîr nekin ku yekane welatê ku serxwebûna gelê Kurd di dema referanduma sala 2017an de ku niha li ser axa Iraqê bi navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê gotin, ji layê Israîl ve tenê hat nasîn. Gelê me yê Rojava ev çend sale di şerê navxweyî de bûye qurbanî û cîhan bêdenge. Divê em zanibin ku netewa Kurd dikarin bibin çeka herî xurt li hember dijminan ku em rêz û hurmeta hev bigrin, ji dîroka xwînmija hovane fêrbin û girîngiya yekîtî û niştimanperweriyê binirxînin.
Te çend bernamên civakî li Herêma Kurdistanê pêk anî. Te lêkolînên xwe bitaybetî li ser zewaca zaroka û sinetkirina jina kir. Tu li ser vê encama lêkolînê dixwazi çi bêji? Têkiliyên te bitevger û rêxistinên jinanên Kurdistanêre hene?
Ez gelek girêdayî netewa xwe ya ezîza Kurdim û ji ber ku ez bişiyarî şoreşên civakî bawerim, dixwazim di mijarên civaknasiyê çi ji destê min tê bikim. Ji bo ku şoreşa neteweyî ya aştiyane û adil, divê gelê me gelek şoreşên civakî bikin. Min ji bo pêşîlêgirtina sinetkirina jinan kampanya kir. Ev ji aliyê bijîjkî ve hatiye îsbatkirin ku tu feydeyên wê yên tenduristiyê nine û ji gelek aliyave zerarê dide keç û jinan. Di nav xwe zirarê dide tevna zayendî ya jina saxlem û normal, û mudaxeleyî fonksiyonên xwezayî yên laşên keç û jinan dike. Bi gelemperî, xetereyên ev roj bi roj zêde dibe. Her çend niha li Başûrê Kurdistanê ev bi qanûnî hatiye qedexekirin, bes dîsa jî mirovên li gunda berdewam dikin. Em dizanin ku tevî cûreyên ev bizêde bûna xetera tenduristi yêre têkildarin. Min fersend dît ku guhdariya çend qurbaniyên Kurdên sinet kirî bikim û bûm şahidê êşa wan. Ew, di zewaca xwe de ji ber sinetê ne bextewarin û her jinek mîna ku ji hêla mêrê xwe ve were destavêtin hîs dike. Di encama vê de jî gelek kes jihev cudah dibin. Her çend li Kurdistanê di heman demê de zewaca ji yekê zêdetir bizewice sûce û ne girînge ku zewac li derveyî welat hatibe kirin yan qedexe ye. Bes mêrê Kurd bi jina xwe ya 2’yemînre bi raporek bijîjkî dikare bizewice. Ev rapor dem bi dem dikare rast jî nine bes dibêje ku jina wî nexweşe daku bikaribe bijina 2- yemînre bizewice. Ji bo ku ji pêvajoya qanûnî xilas bibin, gelek mêr; ew li bajarên îraqê yên wek Mûsilê li gor qanûnên îslamî dizewicin. Mêrên Kurd jî baş dizanin ku yasaya Hikûmeta Herêma Kurdistanê rê nade wî ku 2 zewac bike, ew ji yasaya Iraqê sûd werdigire. Niha jî li Başûrê Kurdistanê gelekî belav dibe ku mêrên Kurd ji bo ku jiyana xwe ya cinsî aktîf bihêlin tercîh dikin ku bi Ereb, Tirk, Tirkmen û Farisre dizewicin. Ev awayê xweperestî û bêrûmetî bandoreke neyînî li ser civaka me ya Kurd û paşeroja Kurdistanê dihêle. Min bixwe bikomên jinên Kurd re ji bo guheztina vê mijara nexweş têkoşînek bilind da, bes em armanca xwe de hînha serneketine. Bê guman, ev pirsgirêk dem, bîhnfirehî û bitaybetî jî hevkariya mirovê adil hewce dike. Ev mijareke civakî ye, ji ber wê jî divê jin û mêr li ser avakirina civakek aştiyane mijul bin. Ji aliyê din ve divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetir kontrola xwe pêşxe û biyasayên bihêztir civakê birêve bibe. Roj bi roj li çar aliyê Kurdistanê karkirina zaroka an jî xwekarî zêde dibe. Ev mijara pir dilêş, zarokên Kurd ji mafên wanên bingehînên mirovî, wek mafê xwendinê, leyîstina bihevalare û di jîngeheke saxlem bêpar dihêle. Mixabin, ji mafên xwe yên bingehîn, rasterast an nerasterast têne înkar kirin, bandor li pêşveçûnên wan yên laşî, derûnî û civakî dike. Pêdiviya wan biparastin û ewlehiya civakî zêdetir heye.
Te li ser jinên Êzidî û qirkirina Êzidi ya xebat kiriye. Tê dîtin ku ev qirkirin jî qirkirina li ser jinê ye. Hûn di wê baweriyê de ne ku tevgerên jinanên navneteweyî bitêra xwe hesasiyeta ku divê li hemberî vê yekê nîşan bidin?
Axaftina li ser qqqirkirina Êzidi ya bitaybetî axaftina li ser Qirkirina Şengalê ya 2014’an min gelekî xemgîn dike. Beriya qirkirinê min sefera herêmên Êzidi ya wek; Laleşa Nuranî, Şingal, Şêxane, Baadrê kir û Bavê Şêx û Mayan Xanê dît. Di serdana xwe min gelek Êzîdî dîtin. Keçan ji min re qala bernamên xwe yên paşerojê, çand û hwd kirin. Di şeva pîroz de me heta sibê bihevre dua kir. Dema ku çûmm serdana Bavê Şêx, welatiyan fikarên xwe yên ji êrîşa Ereban vedigot. Lê haya wan ji koma terorîsta hov DAIŞê tune bû. Dotira rojê êrîş li wan hat kirin û gelek kesên ku min nas kir hatin revandin. Ez matmayî mam, trawmatîze bûm û ez hîn jî li ser wê paşverû dibim. Bêdengiya cîhanê ji bilî rewşên trajîkên Qirkirina Şengalê û bandorên li ser jiyana gelek kesan min bêtir xemgîn dike. Qirkirina DAIŞ’ê ya sala 2014’an, Êzidi yên ku kiribûn armanc, niha ji bo naskirina dozê, wek jenosîd li hemû cîhanê ava dibe. DAEŞ jenosîdê pêk anî, bes rêxistina terorîst karibe bi vî rengî wêrankirina jenosîdê bike jî, kerhên reş yê cîhanê mirovahiyê girt. Ji aliyê dinve, hindikahiya Êzîdî dibe ku ji bo DAIŞ'ê bibe armancek pir hêsan, ji ber ku demek dirêje bindest bûne û berê jî rastî gelek hewlên qirkirinê li wan hatiye kirin, bes ev nayê wê wateyê ku armanca xerab bikaribe wan ji holê rake. Di êrîşên Şengalê de di navbera 2.100 û 4.000 mêrên Êzidî hatin qetilkirin, nêzî 4.200 û 10.800 keç û jinên Êzidî hatin revandin. Di Tebaxa 2014’an de nêzî 50.000 Êzidî reviyan çiyayên Şengalê û bê nan av û bê star man. Ew di germa havînê ya Iraqê de hatin hiştin û gefa kuştinê yan jî dîlgirtinê ji destê DAIŞê hatin xwarin. Ev rewş bû sedema bêhêz bûn, birçî bûn û mirinê. Em hemû dizanin ku gelê Êzidî bi piranî li herêma otonoma Kurdana Iraqê, hinek li Sûriyê û civakek mezin li dîaspora dûrî welatê xwe dijîn. Bes di baweriya Êzidi yan de cih girînge û wan bi ola wanve girêdide. Ew binasname ya xwe kêfxweş dibin. Rewşa ku li jor hat behskirin, zerareke derûnî li civaka Êzidî xistiye. Ev psîkofizîkî dikare ji ber paşguhkirina windahiyên zêde yên jiyanê li hember trajediya mezin hesab bike, lê ew bêbaweriya li hember qirkirinê bitevahî rave nake. Di sala 1948'an de Peymana Jenosîdê ji bo pêşîgirtina li sûcên bi vî rengî yên li dijî mirovahiyê carek din pêk hat. Lê dîsa jî ev peyman di gelek bûyerên jenosîdê yên ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn qewimîn de bêbandor derket holê.
Hûn wek hiqûqnas nerazîbûna civaka navneteweyî ya ji dadgehkirina sûcdarên jenosîda Êzîdi yan li dijî mirovahiyê çawa şîrove dikin? Dibe ku ji ber qurbaniyan kêmîneyên Kurdên Êzîdî bûn û zêdetirî nîvê wan jî jin bûn?
Ez nafikirim ku ji ber Êzîdî û jin bûn pirsgirêka bêdengî û nezanîna cîhanê ye. Ez xembarim bes nikarim tu netewek ji ber bêdengiya wê ya li hember jenosîda Êzîdi ya sûcdar an rexne bikim, ji ber vê yekê divê em netewa Kurd di serî de bên rexnekirin an jî sûcdar kirin ku me têra xwe xizmet nekiriye. Mixabin, nakokiyên di navbera komên siyasî yên Kurd, bedelên giran dide gelê me û em gelek derfeta ji dest didin. Di nêzîkbûna çareseriyê, divê em gelê Kurd lobiyeke adil û serbixwe ji bo parastina mafên Êzidi ya ava bikin. Ez dixwazim behsa xalekê bikim ku gelek behsa armanca nakokiyên di navbera komên me yên siyasî de dike. Di dema Şerê Cîhanê yê Yekem û Cîhanê yê Duyem de, rayedarên Amerîkî û Brîtanî her tişt di derbarê netewe ya Kurd de baş belge kirine. Her du jî di wê baweriyê de ne ku nakokiyên di navbera Kurdan evin: Zaravên cuda yên zimanê Kurdî, ol, hebûna gelek serokên cudah û bieşîra, bes neteweyê bigiştî girêdayîne û lawazî ya welatparêzi yê. Her wiha, di wê baweriyê de ne ku eger Kurd di pêşerojê li ser yekîtiyê rawestin û li Ewropê zêdetir têkiliyên dîplomatîk ava bikin, dibe ku mafên Kurdan bi dest bixin. Ez bawer nakim ku rayedarên cîhanê li hemberî Qirkirina Êzidi ya Şengalê bi edaletî tevbigerin. Ne komên jinên navneteweyî û ne jî rayedarên fermî yên cîhanê ji bo rizgarkirina keçên Êzidî ji destê koma terorîsta DAIŞ'ê xizmetên berçav nekirine. Bi awayekî vekirî, ev mijar zêdetir pêwîstî bi baldariya rayedarên cîhanê dixwaze. Ji bo ku sûcdar bên darizandin, divê komên siyasî yên Kurd; kîn û nakokiyên di navbera hev rakin û li hemberî wan xwişkên Kurdên ku hîn jî di koletiya seksê de têne bikaranîn cîddî rawestin. Zagonên navneteweyî hene ku ji bo parastina her netewî hatine damezrandin û ew mafên wekhev ji her kesîre peyda dikin. Eşkere ye, R2P erka civaka navneteweyî ji bo parastina komên xizan formule dike û ew hincetek ji bo destwerdanê û rênîşandanek li ser çawaniya rêvekirina tengezariya di navbera prensîbên serweriyê de pêşkêş dike, di nav de qaîdeya derbarê nedestwerdanê de ku di xala 2 ya Peymana Neteweyên Yekbûyî (Netewên Yekbûyî, 1945) dike. Mixabin, hin welat guh nadin qanûna. Di doza Êzidi ya de, me şahidî kir ku Sûriye û Lîbya du mînakên têkçûna civaka navneteweyî ne ji bo parastina komên xizanên ku rastî êrîşên tund û hovane tên. Piştî qirkirina etnîkî ya li ser gelê Êzîdî, devera Şengalê hîna jî bêware. Tevî ku civaka navneteweyî; Ajansên Neteweyên Yekbûyî û NGO, ji nû ve avakirina ji bo parastin û ji nû ve entegrasyonê ji bo vegerandina wan di civakê, bitêra xwe dest neketi ye.
Fikra çêkirina filmê 'Fermandar Arian' kengê û çawa bû? Hûn dixwazin li ser mijara vê fîlmê û pêvajoya kişandina fîlmê çi bibêjin? Hûn bi xelatên festîvalên fîlmên navneteweyî vegeriyan. 'Fîlma Fermandar Arîan' rastî bertekên çawa hat?
Fermandar Arian belgefîlmek bû ku me xwest ji cîhanêre behsa êrîşên hovane yên çeteyên DAIŞ’ê û têkoşîna lehenga jinên Kurd li hemberî wan bikin. Di esasê xwe de Fermandar Arîan çîroka jin, şer û azadiyê ye. Kurd bûn erka xizmetê dide min. Fermandar Arian jineke ciwan û lehenga Efrînê ye. Li hemberî DAIŞ’ê têkoşînek mezin da û serkeftinek mezin nîşan da. Bêalîbûn û wêrekiya wê bala me kişand û me biryar da ku navê wê belgefîlmê bi navê “Fermandar Arian” bikin. Rêzdar Arian li bajarê Kobanî ji aliyê DAIŞê ve bi giranî birîndar bû, ji ber wê jî li Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê dihat dermankirin. Di dema tedawiyê de jî wêrekiya wê berdewam kir. Ew bi qismî sax bû lê hîn jî pêdivî bi dermankirinek rast heye. Ji ber şerê navxweyî yê Sûriyê ez gelekî di xema qurbaniyên şer û bi taybetî gelê xwe yê ezîzên Kurd bûm. Ew di nava şert û mercên şerê hovane de derbas dibûn. Bes gelê Kurd lehenge û li hember terora DIŞI’ê têdikoşe. Jina Kurd bihêz rabû ser piyan û ji bo parastina mirovahiyê di bin koma çekdar yekbûna avakir. YPJ (Yekîneyên Parastina Jin), beşek ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk hate avakirin û keç û jinên Kurdên leheng beşdarî wê bûn. Vê rewşê bala derhênera sînemayê Alba Sottora kişand û me biryar da ku belgefîlmek amade bikin û em bihevre li ser xebitîn. Beriya ku di destpêka sala 2015’an de dorpêça DAIŞ’ê bê şikandin, Alba Sotorra hemû rîskên şer girt ser xwe û bi lehengî derbasî Rojava bû. Wê her tişt li ser YPJ'ê kişand kamera xwe. Teqekirina şer di her warî de pir zehmete. Çêkirina fîlm ji çêkirina belgefîlm cudatire. Fîlma belgeyî dirêj û du cureyên fîlmanin. Cûdahiya di navbera fîlma belgeyî û dirêj de di armanc û mijara wan de ye. Belgefîlm armanc dike ku agahiyê bide temaşevan û îlhamê bide temaşevan, lê fîlmên dirêj armanc dike ku temaşevanan xweş bike. Belgefîlm bi rastî û heqîqetê mijûl dibe, lê fîlmên dirêj bi çîrokan re mijûl dibin. Di vê wateyê de em bi jiyana rojane ya têkoşîna YPJ’ê re rû bi rû man. Alba Sotorra ji bo hilberîna vê belgefîlma taybetî hewldanek mezin xerc kiriye. Di dema serdana wê ya li Rojava de bi qasî 2 hefte me agahî jê negirt. Malbat û hevalên wê li ser jiyana wê xemdar bûn. Di dawiyê de, me ew dît û li ser belgefîlmê berdewam kir. Ji bilî vê, di hin xalan de min bi astengên çandî yên vegotinê yên di navbera Awropa û Kurdistanê de zehmetî kişand. Tevî hemû zehmetiyan me belgefîlmê bidawî kir û di festîvalên girîngên cîhanê de hat hilbijartin. Em ji bo festîvalên wekî Cannes, Berlîn, London, Hot Docs Canada hwd. li çaraliyê cîhanê geriyan. Di dawiyê de, em ji aliyê Xelata Gaudi ve hatin xelatkirin. Ji bo min ya herî girîng, ne tenê bibelgefîlmê danasîn bes pirsgirêka Kurd li çar aliyên cîhanê anî ziman û ez bawer dikim ku em nêzî armanca xwe bûne. Ez dixwazim spasiya Alba Sotorra û her kesê ku alîkariya vê belgefîlma taybet kiriye dikim.
Te fîlmek li ser serpêhatiyên Îman Eydo, keçeke Êzîdî ya neh salî ku ji aliyê DAIŞê ve hat revandin û bi 100 dolarî hat firotana fermandarekî DAIŞ’ê yê 70 salî, ji ber wê jî rastî tundiya zayendî hat. Hûn dixwazin li ser bername û kastê vê fîlmê ku bi tevahî li Herêma Kurdistanê hatiye kişandin çi bêjin?
Çîroka vê fîlmê dilê min pir diêşînne. Beriya tevî em mirovin û hovîtiya nemirovane ya li birayên me yên Êzidî hatiye kirin, li ser me teva hatiye kirin. Îman Eido hat revandin û bin tundiya nemirovane de ma. Ez jî mîna hemû Êzîdî yên din êşa wê ji kûrve hîs dikim. Ez hest dikim ku erkê min yê Kurd ku alîkara wan bim û bibim dengê wan. Belê, bi giştî em 12 ekîbên jinên Spanî û Katalanên ji Spanyayê çûn Kurdistanê. Me li Duhok, Şêxanê, Baadrê û derdora wan dera fîlmê kişand. Me rasterast şahidiya rewşa Êzîdî ya kir. Piraniya kişeka li qadên pêşmergeyan bi pêşmergeyên pisporre cih girt. Me piştgiriyek dilpak ji pêşmergeyan wergirt. Wan bibîr û bawerî îcaze de me da ku em biçin cihên ku ji derve kes nikari bû biçe, me fîlmê kişand. Piştgiriya wan ji bo me bû moralek bilind. Ji aliyê din ve, weke ekîba sînemayê ya jin, kişandina fîlmê li Kurdistanê, di rewşeke ku tevgera jinan têde kêm bû, ne hêsan bû. Bes bipiştgirya dilpakên pêşmerga û hembêzkirina hemû civaka Kurdên Êzîdî û Misilman, xebata me gelek aram derbas bû. Me di Çileya 2020’an dest bikişandina filmê kir, ji ber wê jî em nêzî 3 mehan li Kurdistanê man. Di Adara 2020-an de heyama COV-19 dest pê kir û em bi dijwariyên bilindre rû bi rû man. Sefer kirin hatin betalkirin. Ne pêkan bû ku ji Kurdistanê em bikariba vegera Spanya yê. Bes bi piştgiriya Konsolosxaneya Spanyayê, ekîba me bi helîkoptera NATO’yê vegeriya Spanyayê. Bes hemû film ne li Kurdistanê tenê berdewam bûn, ev li Spanyayê jî cih girt. Dema kişandina filmê dimeşiya, me Xelata Fîlma Ewropê girt. Mixabin, gelek festîval ji ber COV-19 hatin betal kirin. Niha em diçin Festîvala Fîlmana Malaga yê, paşê emê beşdarî gelek festîvalên din bin. Armanca me ewe ku em dubendiya xwişkên Êzîdî bi cîhanê bidin nasîn û bi qasî ku ji destê me bê, em alîkariya wan bikin.
Fîlmên têkoşîna çekdarî ya jinên Kurd li dijî hovîtiya DAIŞ’ê li Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê ji aliyê derhênerên Ewropî ve hatin çêkirin. Niha, Wezîra Derve ya berê ya Amerîka Hillary Clinton û şîrketa berhemanîna keça wê Chelsea Clinton mafên rêzefilmên televîzyonê yên pirtûka "Daughters of Kobani: A Story of Rebellion, Courage and Justice" (Keçên Kobanî: Çîrokek Serhildan, Wêrek û Dadperwerî) kirîn. Hûn berhemên mezinên Rojavayî yên ku têkoşîna jinên Kurd li dijî DAIŞ’ê dinirxînin çawa dibînin?
Ez pir erênî dibînim, ji ber vê yekê berjewendiya fîlmçêkerên biyanî di kişandina fîlmên şervanên jinên Kurd yên li dijî DAIŞ’ê, di berjewendiya Kurdan ji bo bidestxistina dostaniya serxwebûna Kurdistanê başe. Şervanên me yên jinên Kurd li hemberî DAIŞ’ê têkoşîneke bêhempa didin. Jina Kurd li cîhanê dengê Kurdayetiyê bilind kiriye û bitêkoşîna xwe ya birûmet ji bo pirsgirêka Kurd jî dostaniyek bilind bidest xistiye. Sînema bandoreke mezin li ser civaka dike. Ew kombûnek civakî ya mezine ku hêza sînemayê pir gerdûnîtire. Temaşevan bi ramana rûniştina bi kesên dinre û parvekirina hestên samîmîyên ku biwanre têkildar dibin girêdayîye. Bê guman ev, analîzkirina fîlm çawa li ser hişê mirovan dixebite û girêdana bi fîlmanre çawa dihêle ku xwezaya mirov çêtir fam bike. Ez dixwazim spasiyên xwe yên taybet ji Wezîra Derve ya berê ya Amerîka Hillary Clinton û keça wê Chelsea re bişînim, ku ji bo kişandina fîlma şerê hêzên jinên Kurd li dijî DAIŞ’ê eleqedar bûn. Her wiha, spasiya hemû fîlmçêkerên biyanî yên ku eleqeya wan bi kişandina fîlmên têkoşîna çekdarî ya Kurdan li dijî DAIŞ’ê heye, dikim. Têkoşîna jinên bêhempa yên wêrek, ne têkbirina DAIŞ’ê ye, di heman demê de têkoşîna femînîzm, edalet û wekheviyê ye ku jinên Kurd bihêz kiriye.
Bernama te li ser Kurdan fîlmên din çêkirin heye? Wek mînak li Herêma Kurdistanê Leyla Qasim heye ku bilehengî dijî rejîma Baasê li berxwe da û di sala 1974’an de hat îşkencekirin û îdamkirin. Seddam Husên ji sala 1980 heta 1990 di operasyona Enfalê de bû û tê de 182 hezar Kurd hatin qetilkirin. Di vê operasyonê de bi hezaran jin û zarok bi saxî hatin definkirin. Malbat hê jî li windayên xwe digerin. Bernama te ya ezmûnên jinên me yên têkoşerên li Bakurê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê derbasî sînemayê heye?
Sînema ne qada min ya pîşeyî ye bes ez jê hezdikim û li ser bingehên xwebexş kar dikim. Ger wextê min têr bike, ezê li ser Jenosîda Enfalê bixebitim. Pir girînge ku mirov wê mijara dîrokî bigihîne sînemayê û ji cîhanêre bêje ku sûcdar û dîktator dereng and nêz biawayekî tund bên cezakirin. Divê nifşê paşerojê bizane di tawanên Enfalê de çi qewimî. Wek mînak Holokaustê bi sînema û lêkolînên zanistî peyamên ku nayên jibîrkirin gihandin cîhanê û nifşê xwe pêş xistin. Ji ber ku me gelê Kurd rastî gelek komkujî û jenosîdê hatin derbaskirin, divê em zêdetir li hember sûcdaran tevbigerin. Ez hezdikim jiyana şehîd Leyla Qasim derbasê sînemayê bikim, bes gelek lehengên dinên Kurd hene ku ger werin kişandin, nemaze sûcên ku li Ewropayê li hember siyasetmedarên Kurd hatine kirin. Bes ew bidem û derfetên min ve girêdayî ye. Min ji bo belgefîlma Fermandar Arîan û fîlma Şengalê li ser bingehên dildar gelek dem fida kir. Ez ne xwediyê pargîdaniyên ku li jor hatine diyarkirin hilberandinim. Dibe ku mafê şirketan hebe ku wê bazirganiyê bikin bes ez li derveyî wême. Gelek spas ji bo wext û bala we ya hevpeyvînê.
Dr. Solin Hacador