Nirxê petrolê geheşt 130 dolarê Amerîkî
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Nirxê petrolê geheşt 130 dolarê Amerîkî

BasNews – Nirxê petrolê di danûstandinên îro de bilind bû, ji ber tirsa ambargoya Amerîka û Ewropî li ser petrola Rûsî û paşketina danûstandinên navokî yên bi Îranê re.

Bihayê bermîla Brent bi rêjeya ji sedî 9.56 zêde bû û bû bi 129.5 Dolar, bermîla petrola xav a Amerîkî jî bi rêjeya sedî 8.23 zêde bû û bû bi 125.17 Dolarî.

Di vê derbarê de aborînasê di Bank of America de Ethan Harris got: "Eger rojava piraniya hinardekirina enerjiyê ya Rûsyayê rawestîne, ew ê bibe şokeke mezin ji bo bazarên cîhanî.”

Harris texmîn kir; xisara bazarê ya pênc milyon bermîlên petrola Rûsî, dikare bibe sedema buhabûna nirxê her bermîleke petrolê bo 200 dolarî û dê geşbûna aborî li cîhanê kêm bike.

Ev yek piştî wê yekê tê, Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken got; rêveberiya Biden û hevalbendên wê sepandina ambargoya li ser petrola Rûsyayê gotûbêj dikin.

Ji destpêka êrîşa Rûsya li ser Ukraynayê ve, nirxê petrolê li bazara cîhanê bilind dibe. Ji 14 salan ve jî ev cara yekem e ku nirxê petrolê digihe 130 Dolarî.

 

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved