BasNews – Duyemîn festîvala fîlmên kurdî li Stenbolê tê lidarxistin û bi dehan film tê de tên nîşandan.
Duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stenbolê 24ê Adarê dest pê dike.
Komîteya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stenbolê ragihand di kategoriya metrajdirêj, belgefîlm û kurtefîlm de nezî 30 fîlm di nav şeş rojan de dê bên nîşandan.
Ev fîlm, ji çar aliyên Kurdistanê û gelek welatên cîhanê yên ku Kurd lê dijîn û berhem afirandine, hatin berhevkirin û piranî bi tevlîbûna derhêneran re dê werin nîşandan.
Fîlma bi navê ‘Kurdên Êzidî’ ya ku di sala 1933yan de ji aliyê Amasi Martirosyan hatiye kişandin û heta niha ne li Tirkiyê ne jî li Kurdistanê nehatiye nîşandan wê bibe fîlma vekirina festîvalê.
Di çarçoveya forûmekê de ji her qadên sînemayê, sînemagerên Kurd dê bên ba hev û li ser sînemaya Kurdî û pirsgirêkên wê gotûbêj bikin.
Festîval dê heta 29 Adarê bidome.