Di sengerên şer de, hevbeşiya Mesûd Barzanî û Volodimir Zelensky
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x
Ömer Özmen

Di sengerên şer de, hevbeşiya Mesûd Barzanî û Volodimir Zelensky

Ömer Özmen

Tê gotin ku, di Şerê  Cîhanê yekemîn û duyemîn de, zanîyarên sîyaset û pisporên derunîyê, li ser serkeftina Brîtanya û têkçuna  Almanya yê lêkolîn çêkirine.

Di encama lêkolînê de derketîye holê ku; di nav kuştîyên artêşa Îngilîz de, hejmara fermandarên payebilind, ji yên Almanan zêdetir  bune. 

Pispor û zanîyarên psîkolojîyê destnîşan kirine ku, dema di bereyên şer de berpirsên payebilind, li pêşîya leşkerên xwe cîhbigrin di nav leşkeran de, quwetek  psikolojîk diafire, îrade û  baweri xurt dibe. Leşkerên wan,  ji esalet, cesaret û dilsozîya serokên xwe hêz werdigrin û bi îradeyek bêhempa şer didomînin, derfêtên serkeftinê bidest dixînin.

Bi kurtayî, dema karesatên mezin di ser milletan de diqewimin, mîsyona  rêveber û serokan, çarenusa wî milletê tayîn dikin. Ger rêveber û serokê milletan xwedî esalet, dîrayet û wêrekîyê bin, şert û mercên dijmin, hêzên dijmin,  çiqas xurt dibe bila bibe, dikarin milletê xwe, bi hêsayî ji karesat û teşqeleyan rizgar bikin. Ger rêveber û serokê milletan ne xwedî wan taybetmendîyên sereke bin, dema esalet û wêrekîya wan tine bin, nikarin barê rizgarkirina civatê hilbigrin. Serok û rêberên bêkok, bê esalet û zordest, dema rastê şert û mercên dijwar werin, bi hêsayî doza milletê xwe difiroşin, dikevin nav tevgera parastina serwerya xwe ya kesayetî.  Di encamê de,  ji milletê xwe re teşqeleyên mezin diafirînin .

Dîroka milletê bindest derxistîye holê ku, ger millet ne xwedi rasyonalîteya sinifên burjuva bin,  mîrov dikare pêşengîya tevgera millî, di 3 kategorîyan de binîrxêne.

1- Aristokratên olî

2- Kesayetên expert 

3- Sinifên naverast yên perwerdekirî .

Piştî wan destnîşankirinên sosyolojîk, ez dixwazim li ser mîsyona Serokê Milletê Kurd Mesud Barzanî û Serokê Ukraynayê Volodemîr Zelenskî rawestim. Herweha Birêz Barzanî ji malbatek Aristokrat û tekoşêr e. Volodimir Zelenskî, ji malbatek perwerdekirî ye û hiquqnas e. Her du Serok jî, xwedî nosyona pêşengîya millet in. Her çiqas Kurdistan û Ukranya ji alîyê dîrokî, çandî, erdnîgarî û aborî de ji hevudu cuda bin jî, Piştî şerê Rûsya û Ukraynayê, di navbera Serokê Ukraynayê Zelenskî û Serokê Tevgera Milletê Kurd Mesud Barzanî de taybetmendîyek hevbeş derket holê. Bêguman, dîroka dagirkirina Kurdistanê û Ukraynayê, ji hevudu cuda ne. Şert û zurufên wan, ne wek hev in. Ji alîyê demdirêjîya tevgera azadîxwaz, Ji alîyê  karizma û popularîteyê jî  Birêz Mesud Barzanî û Zelenskî ne wekhev in. Dema Voladîmîr Zelenski di sala 1972' yan de jidayîkbuye, Birêz Barzanî, di bereyê şerê azadixwaz de aktorek payebilind buye. Ez dixwazim  tenê di bere yê Şer de,li ser misyona Serok Barzanî û Volodimîr Zelenski rawestim û taybetmendîyên wan yê hevbeş binîrxînim. Loma ku, min li jêr, wêneyê her du mêrxasan yê di sengerê şer de hatîye kişandin, bi gotara xwe ve zeliqand. Serokê Tevgera Milletê Kurd Birêz Mesud Barzanî, ji malbatek Aristokrat e.Koka wî, ji kûrahîya dîroka milletê Kurd derketîye. Ji destpêka sedsala 20'an vir de, tevî  malbata xwe, buye sembola tekoşîna Rizgarîya milletê Kurd. Bêguman Birêz Mesud Barzanî, bi esalet, cesaret û ferasetê xwe ve di qada navnetewî de xwedi itibar û karîzmayek bilind e. Dinya Şahide ku, Serok Barzanî, li hember dijminên dagirker, di sengerê şer de, her demê bi pêşmergeyên xwe re mil bi mil cîh girtîye. Xwe wek pêşmergeyek di rêzê de hesibandîye. Ew helwesta wî ya leheng, li ser îradeya pêşmerge û hêzên azadîxwaz, quwetek psikolojîk afirandîye.Wêreki, nefspiçûkî, wekhevîxwazi û dilsozîya Birêz Barzanî, ji hemî pêşmergeyan re buye modelek leşkerî û civaki. Di encam de, destkeftinên Başurê Kurdistan hatiye bidestxistin.

Volodimir Zelenskî, di malbatek perwerdekirî de mezin buye .Bavê wî, profesorê Aborîyê, dayika wî, mamoste buye. Zelenskî bi xwe jî, hiquqnas û hunermendek bi nav û deng e, di sala  2019'an de, wek serokkomarê dewleta Ukrayna yê hatîye hilbijartin.

Kesayetek experte. Dewleta Ukrayna ku, Volodimir Zelenskî serokê wî bu, di 24 ê Sibat'a 2022'yan de, ji alîyê  Rûsyayê ve hat dagirkirin. Rûsya, dewletek supper û hegemon bu. Di warê  hêzên leşkerî, demografik, aborî û teknolojîya şer de, 

dewleta Rûsya, ji Ukrayna yê qat bi qat xurtir bu. Gelek şîrovekar û pisporên şer pêşbînî dikirin ku, Ukrayna nikare li hember dewleta Rûsya ya Super berxwe bide û wê di demek kurt de, xwe radestê dagirkerên Uris bikin. Her weha, Dewleta Rûsya,  di Rojhêlatê Ewropa yê u Pêşqafqasyayê  de, xwedî gellek ceribandinên dagirkerîyê bu .

Di salên 60' î de Çekoslovakya û Polonya, di salên 2000' i de Gurcistan û Kirim, bê berxwedan dagir kirîbu. Lê, vêcar çerxa felekê çep zivirî. Milletê Ukrayna, tevlî serokê xwe yê bi biryardar Volodimir Zelenski de, berxwedanek bêhempa destpêkir. Zelenskî, wek Serokê Tevgera milletê Kurd Mesud Barzani, bi cil û bergê xwe yê leşkerî, beşdarê şerê rizgarîya milletê xwe bu. Di sengerê şer de, di nav refê leşkerê xwe de cîhê xwe wergirt. Di encam de, ew helwesta Zelenskî, ku ser îradeya artêşa Ukrayna û gelê Ukranyayê quwetek psikolojik afirand. Li hember wî iradeya gelê Ukrayna, li hember biryarderî û wêrekîya Serokê Ukrayna, Artêşa Uris serkeftî nebu. hêvîya Putîn hat şkestin û serwerîya Putin mecbur ma ku, bi Ukrayna yê re guftugoyên agirbestê pêkbîne.

Dema min ev gotar nivîsand, Şanda Rûsya û Ukrayna yê, ji bo rawestandina şer, guftugo dan destpêkirin.

Silav û rêz 

28.02.2022

GİMGİM

 

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved