BasNews – Ji ber êrîşa Rûsya ya li ser Ukraynayê nirxê bermîlekî neftê 105 dolar derbas kir.
Îro 24.02.2022yê Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn bi gotarekî televîzyonî biryara destpê kirina operasyona li dijî Ukraynayê û şer da destpê kirin.
Piştî wê biryara Vladimir Putîn û destpê kirina şer, nirxê neftê berdewam di bilindbûnê de ye û li bazara wuzeya cîhanî de bermîlek nefta xaw a Brent geheşt 105 dolar û 1 sent ê Amerîkî.
Ji sala 2014ê ve û herwaha piştî derketina şewba vîrusa korona yekem care nirxê neftê ewqas bilind dibe.
Piştî derketina vîrusa koronayê ya sala 2019 de nirxê bermîlekî neftê geheşt 16 dolaran û di 30 salên dawiyê de ew asta herî nizim bû.