BasNews – Îro serokê hevpeymaniya Ezm a erebên sune Xemîs Xencer, êrîşa terorîstî ya ser balefirgeha navnetewî ya Bexda şermezar kir û ragehand, ew êrîş dê Iraqê bixin rewşa bêserber a piştî sala 2003yê
Xemîs Xencer di tora xwe ya civakî twitterê de ragehand: ‘’Dubare bûna senaryoya êrîş kirina cîhên giring ên dewletê, dê rewşa bêserber derxe holê ku piştî sala 2003ê li Iraqê pêkhat. Wê demê em ji cîhanê re jî îspat dikin ku Iraq hîn pêwîstiya wê bi alîkariya navnetewî heye ji bo parastina gel û dewletê ji dest teror û çekên ji dest derketî.’’
Xemîs Xencer dibêje, ‘’Pêwîste hemû aliyek metirsiya vê êrîşê bo ser serweriya Iraqê û jiyana Iraqiyan bizane.’’