BasNews – Îro 28.01.2022yê li wargehekî ser bi Zaxo ciwanekî dawî bi jiyana xwe anî û xwe xeniqand.
Berdevkê îdareya serbixwe ya polîsê Zaxo Raîd Neşet Selman ragehand, îro em hatin agahdar kirin ku li wargeha Dêrebîn, ciwanekî bi navê Q.M.H xwe xeniqandiye û temenê wî 18 salîbûye.
Herwaha got, wî ciwanî xwe bi ben xeniqandiye û termê wî naha li bijîşkê dadî yê Zaxo ye.
Berdevkê polîsê Zaxo got, wî ciwanî berî salekî hevjîna xwe ji dest dabû, lê hîn diyar nîne ji ber çi xwe xeniqandiye û lêkolîn dê li ser bûyerê bê kirin.
Çend çavkaniyekan ji BasNewsê re ragehand: Sedemê xwe xeniqandina wî ciwanî ji ber salek berî naha hevjîna wî koça dawî kiribû, wî jî îro dawî bi jiyana xwe aniye.