BasNews- Wezîrê derve yê Qatarê Şêx Muhammed bin Abdulrehman el-Thanî îro roja pêncşemê serdana Îranê kir
Serdana wezîr el-Thanî di vê demê de tê, ku ewê di 31'ê vê mehê de bo serketina danûstandinên vejandina peymana navokî ya 2015an, li Washingtonê bi seroke Amerika Joe Biden re bicive.
Hevdem, serdan piştî ku wezîrê derve yê Îranê Husên Amîrabdullahîyan roja Duşemê gotibû ku Tehran amade ye ku danûstandinên rasterast bi Washington re binirxîne, tê kirin. Ajansa nûçeyan ya dewleta Îranê IRNA, dîmenên her du wezîran dema ku li Tehranê hevdîtin dikirin, weşand.
Lêbelê, IRNAyê ragihand ku ev serdan ne jibo hêsankirina danûstandinên rasterast yên bi Washingtonê re ye. ÎRNAyê ragihandiye: "Tevî ku di navbera Doha û Tehran peywendîyên baş û nêzîk pêk tên jî vê serdanê hin nêrînên şaş serrast kirin. Hin bi rengekî nerast dibejin serdan bo hêsankirina danûstandinên rasterast yên bi Amerîkayê re, tê kirin, "
Berdevka Qesra Sipî Jen Psaki doh Çarşemê bi daxuyanîye nîvîskî ragihand ku Serokê Amerîka Joe Biden wê di 31'ê Rebendanê de mîrê desthilatdar yê Qatarê Şêx Temîm Bin Hemed el-Sanî re hevdîtineke bike.
Psakî da zanîn ku Biden û el-Sanî wê ser gelek mijarên herêmî û dualî biaxivin, di nav mijaran da zêdekirina aramî û ewlehîya Kendavê û Rojhilata Navîn, piştgirîdayîna gelê Afganistanê, xûrtkirina hevkarî û bazirganîya di navbera Amerîka û Qatarê hene.