BasNews – Li bajarê Kirmaşan yê Rojhilatê Kurdistanê 3 jin ji aliyê zilamekî ve hatin kuştin.
Îro danê sibê li taxa Perdîsa ya Kirmaşanê, zilamekî bi demançê jinek û du keçên wê kuştin.
Li gorî agahiyan, ew zilamê ku ew sê jin kuştine, berî çend salan zavê wê malê bûye û ew jinên ku hatine kuştin jî, yek xesûya wî bûye, yek hevjîna wî ya berê bûye û ya din jî dişa wî bûye. Xesûya wî xaleta wî jî bûye.
Li gorî agahiyên polîs, ew zilamê han piştî çend demjimêr hat girtin û li xwe mukir hatiye ku ji ber kîn û kerbê ew komkujî kiriye.
Zilam û hevjîna xwe çend sal berê ji hev cuda bibûn û kurekî wan jî hebûye.