BasNews – Ev çend rojan ku rejîma Îranê şandina gaza xwezayî bo Tirkiyeyê rawestandiye, û rayedarên Îranî dibêjin ku sedema vê yekê pirsgirêkekî teknîkiye, lê pispor behsa tişteke din dikin.
Pisporên Tirk dibêjin ku sedema rawestandina şandina gaza xwezayî ji aliyê Îranê ve bo Tirkiye, qer û deynên Îranê ne jiber ku heta niha Tirkiye deynên xwe nedaye Îranê.
Her di vê warî de jî Serokkomarê Tirkiyeyê dibêje ev yek ne raste û ti deyneke Îranê li ser Tirkiyeyê tineye.
Hin aliyên din bi taybetî pispor û nivîskarên nêzî AKP û hikûmeta Tirkiyê jî dibijên ku sedema rawestandina şandina gazê bo Tirkiyê nerazî bûna Îranê ye li dijî çend projeyên taybet bi enerjiyê ku ji aliyê Tirkiyê ve hatine îmze kirin e.
Li gor zaniyariyan Îranê gotiye heta 15 rojan nikare gazê bişîne bo Tirkiyeyê, niha piraniya sektorên hilberînê li Tirkiyeyê jiber pirsgirêka nebûna gazê rawestan û elektirîka wan hatiye qutkirin.
Sektora pîşesaziya Tirkiyê jî diyar dike ku jiber pirsgirêka bêelektirîkiyê gelek kompaniyên pîşesazî hatine daxistin.