BasNews – Eniya Tirkmen a Iraqê helwêsta xwe derbarê awayê pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê de aşkera kir û xwe dide gel rêberê Tevgera Sedir.
Serokê Eniya Tirkmen Erşed Salihî di tora xwe ya civakî twitterê de ragehand: Eniya Tirkmen li Parlamentoya Iraqê piştevaniya pêkanîna hikûmeta piranîbûna niştimanî dike.
Erşed Salihî ragehand: Ew piştgiriya hikûmetekî dikin ku hemû pêkhateyên Iraqê li xwe bigre û xwedî hêz be ji bo bikare li dij astengiyên ewlehiyê û aborî raweste û gelê Iraqê ji gendeliyan rizgar bike.
Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir daxwaza pêkanîna hikûmeta piranî dike û li hember wê jî Çarçoveya Hemahengî (Îtar Tensîqî) daxwaza pêkanîna hikûmeta li ser bingehê lihevkirinê dike.
Di helbijartinên 10.10.2021ê helbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê de, Tevgera Sedir bidestxistina 73 kursiyan ve bû yekem. Eniya Tirkmen xwedî yek kursî ye û ew jî Erşed Salihî bixwe ye.