BasNews – Li gundekî Hewlêrê 11 endamên malbatekê ku ji ber dûmanê jehrî bibûn, hatin rizgarkirin.
Îro danê sibê li gundê Baneman yê Hewlêrê 11 endamên malbatekê ji mirinê hatin rizgarkirin.
Li gorî agahiyan, endamên wê malbatê ji ber dûmana sobê û jeneratorê jehrî bibûn û kêm mabû hemû bimirin tîmên hawarçûnê bilez ew gihandin nexweşxanê.
Tê gotin ku metirsiya mirinê li ser wê malbatê nemaye û rewşa wan ber bi başbûnê ve diçe.