BasNews - Çekdarên DAIŞê li parêzgeha Diyale ya Iraqê êrişî hêzên Iraqî kirin û herî kêm 11 efser û serbaz kuştin.
Medyaya Iraqê ragihand; îro danê sibê li nahiya Uzeym a ser bi parêzgeha Diyale, DAIŞê êrîş artêşa Iraqê kir.
Hat ragihandin ku ji ber êrîşa çekdarên DAIŞê 11 serbaz hatin kuştin û hejmarek serbaz jî birîndar bûn.
Herwiha hat diyarkirin ku hêzên piştevanî yên ser bi artêşa Iraqê gihîştin deverê û li gor zanyariyên destpêkê, ev êrîş di nava îsal de êrîşa herî tund a çekdarên DAIŞê bûye.