BasNews – 19 rêxistin, komele û saziyên mafên mirovan peyameke vekirî derbarê rewş, çarenivîs û binpêkirinên Efrînê de arasteyî Seroka Encûmena Mafên Mirovan Nazhat Shameem Khan û Serokê Komîteya Lêkolîna Navdewletî ya Taybet bi Sûriyê Paulo Sergio Pinheiro kirin û tê de hejmarek ji daxwazan kirin.
Di peyama wan 19 rêxistin, komele û saziyên mafên mirovan de hat, berî 4 salan artêşa Tirkiyê û Artêşa Niştimanî ya Sûriyê (grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê) êrîşî ser herêma Efrînê ya ku taybetmendiyeke wê ya Kurdî heye kirin ûroja 18/3/2018an dagîr kirin. Ev yek tenê dikare bi dagirkerî û binpêkirina serweriya Sûriyê ji aliyê Tirkiye (her du welatî jî endamên Netewên Yekgirtî ne) were pênasekirin.
Ew 19 rêxistin û sazî dibêjin, ev dagîrkirin, binpêkirina serwerî û ewlehiya Sûriyê û gelê wê ye û binpêkirinek e ji belgeyênnavdewletî ye.
Herwiha di peyamê de hat “Ji 4 salan ve dewleta Tirkiyê planên xwe yên metirsîdar li ser Efrînê û xelkê wê yê resen bi cih dike û hewl dide nasnameya wê ya Kurdî ji holê rake. Destpêkê, koçkirin, desteserkirina mal û milkên welatiyan bû û piştre derbasî qonaxeke din a metirsîdar a qirkirina etnîkî û guhertina demografiya herêmê bû, herwiha ziman diravên Tirkî jî ferz kir.”
Herwiha ew 19 rêxistin û sazî di peyama xwe de daxwaza 4 xalên sereke dikin:
- Şandina tîmeke ji Komîsyona Navdewletî ya Lêkolînê ya taybet bi Sûriyê yan jî tîmeke taybet a lêkolînê û çavdêriya rastiyan ji bo herêma Efrînê û asankarî û garantîkirin jê re bêne kirin da ku ji nêzîk ve çavdêrî û belgekirina rastiyên derbarê tawanan de bike.
- Daxwaz ji Tirkiyê bê kirin da ku hemû erkên xwe yên yasayî wek dewleteke dagîrker bi cih bîne, bi taybetî di warê dabînkirina xizmetguzariyan û jîyana ewle li xaka dagîrkirî û parastina aştî û ewlehiyê li gor çar peymanên Cenêvê yên sala 1949an, heta dawiya dagirkeriyê.
- Tirkiye ji ber ku dewleteke dagîrker e divê wek berpirsyar di ber tawanên ku ji aliyê leşker û çeteyên grûpên çekdar ve li dijî sivîlên Efrînê hatine kirin de, bê dîtin. Ew lî li gor Peymanên Laheyê 1899-1907, çar Peymanên Cenevê yên 1949an û Destûra Romayê ya Dadgeha Cezayê ya Navdewletî 1998 û kar bê kirin da ku dosyaya van tawanan bi rêya Encumena Asayişa Navdewletî re bigihin Dadgeha Tawanan a Navdewletî.
- Daxwaz ji Tirkiyê bê kirin li gorî peymana Netewên Yekgirtî, dawî li dagirkeriya xwe li ser Efrînê û herêmên din ên Sûriyê bîne, bajar di bin serperiştî û çavdêriya Netewên Yekgirtî de radestî rêveberiyeke sivîl a gelê wan bike heta çareseriyeke siyasî ya berfireh ji pirsgirêka Sûriyê re li gorî biryara 2255 a Encûmena Asayişa Navdewletî tê dîtin.
Rêxistin, komela û saziyên li ser peyamê îmze kirine:
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan
Desteya Yasayî ya Kurdî, Navenda Lêkolîn a Lêkolînên Yasayî – Almanya
Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê
Komîteya Kurdî ya Mafên Mirovan (Rasid)
Navenda Dadwerî ya Mafên Mirovan
Saziya Êzdîna
Komela Gelên di Bin Gefan de – Almanya
Rêxistina Kurd BêSînor, Rêxistina Mafên Mirov li Sûriyê /MAF/
Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn – Sûriye
Rêxistina Civaka Sivîl a Kurd li Ewropayê
Navenda Sûrî ya Mafên Mirov,
Komela Hêvî li Belçîkayê
Kurdish antenna network
Foruma Almanî-Kurdî
Komela Civaka Kurd li Stuttgartê
Afrin Media Center
Tora Efrîn Post a Nûçeyan