BasNews – Pêla barîna befra şeva borî li sînorê parêzgeha Duhokê, rêya navbera parêzgeha Duhok û qeza Amêdiyê daxist û hatûçûn têde nayê kirin.
Rêveberê çêkirina rêyan li parêzgeha Duhokê Neşwan Yehya ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ji ber barîna befra şeva borî, rêya serekî ya navbera parêzgeha Duhok û qeza Amêdiyê daxistiye û tîmên me ji serê sibehê ve mijûlê ramalîna befrê ne, ku rê bê vekirin.’’
Rêveberê çêkirina rêyan li parêzgeha Duhokê got: ‘’Îro 20.01.2022yê demjimêr 07:00ê ve tîmên me mijûlê paqij kirina rêyan in û heta naha karîne rêya navbera Duhok û Amêdiyê de bigehin nahyeya Zawîte û wargeha Bagêra paqij bikin. Ji wê û şûnde rê daxistîne û tîmên me jî mijûlê paqij kirinê û ramalîna befrê ne.’’
Herwaha got: ‘’Ji ber navçe çiyayî ye û pêla befra vê carê jî bi şev barî û gelek zêde hat û li nahyeya Sersing û Qedîşê jî ku navçeyên gelek nêzîkî Duhokê ne jî, lê 35 santîmên befrê li wan deveran jî barî ye.’’
Neşwan Yehya got, tîmên me dê berdewambin ji bo karê xwe, heta demekî zû de befrê bimalin û temamê rêyan ji hatûçûnê re vebikin.