Zilamê herî bi temen ê cîhanê koça dawî kir
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Zilamê herî bi temen ê cîhanê koça dawî kir

Rukiye Mistefa

BasNews – Zilamê herî bi temen ê Îspanî Saturnino de la Fuente Garcia di temenê xwe yê 112 saliyê de koça dawî kir.

Di temenê xwe yê ciwantiyê de ji ber bejna wî kurt bûye Garcia beşdarî şerê navxwe yê Îspanyayê nehatiye kirin.

Li gor nûçeya DW ya Almanyayê, zilamê herî bi temen ê Îspanî di temenê xwe yê 112ê de koça dawî kir û li gor daxuyaniya Rekorên Cîhanî ya Guinness ev 4 mehe Garcia ew nasnavê zilamê herî bi temen ê cîhanê yê jiyan dike di dest xwe de digirt û 24 roj mayî bo 113mîn sala xwe koça dawî kiriye.

Saturnnino de la Fuente Garcia, 11ê Sibat a 1909ê li bajarokê Puente Castro ya parêzgeha Leon a Îspanyayê ji dayîkbûye. Bejna wî metreyek û 50 santîm bûye û ji ber bejna wî kurt bûye di dema şerê navxwe yê Îspanyayê ya sala 1936ê de ew wernegirtine leşkeriyê û bi dehan salan dukana pêlavan birêve biriye. Hat ragehandin Garcia 7 zarok, 14 newî û 22 zarokên newiyê wî hene.

Li gor amarên Rekorên Cîhanî yên Guiness li cîhanê heta naha wek hatî tomar kirin kesê herê bi temen di sala 1997ê de Jeanne Louise Calment bûye ku di 122 saliyê de jiyana xwe ji dest daye.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved