BasNews – Li gor çapemeniya Iraqê pisporê yasayî yê Iraqê Tariq Herb îro 18.01.2022yê ragehandiye: ‘’Doza Mehmûd Meşhedanî û Basim Xeşan a li ser binpê kirina peyrewa navxwe ya parlamentoyê ya derbarê helbijartina desteya serokatiya parlamentoyê de, dê bê red kirin.’’
Tariq Herb dibêje: Ti belgeyekî wan a yasayî tine û dadgeh nikare ji ber wê jî biryar derbarê desteya serokatiya Parlamentoya Iraqê de bide.
Li gor wî pirsporê yasayî yê Iraqê ku piştrast e, ‘’Îro yan jî sibe dê dadgeha bilind a federal biryara ragirtina karên desteya serokatiya parlamentoya Iraqê hilweşîne.’’
Roja 13.01.2022yê dadgeha federal a Iraqê karên desteya serokatiya parlamentoya Iraqê bi awayekî demkî ragirtibû.
Dadgeha bilind a federal a Iraqê ji ber serlêdanên parlamenter Basim Xeşan û Mehmûd Meşhedanî karên desteya serokatiya parlamentoyê ya pêktê jî Mihemed Helbûsî, Hakim Zamlî û Şaxewan Ebdula ragirtibû.