Li Amerîkayê dilê beraz neqlî mirovekî nexwaşê dil kirin
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Li Amerîkayê dilê beraz neqlî mirovekî nexwaşê dil kirin

Rukiye Mistefa

BasNews – Li eyaleta Maryland a Amerîkayê dilê beraz ê bi genetîka wê ve hatiye lîstin, ji nexwaşekî dil re hate neqil kirin û hate ragehandin rewşa wî nexwaşî naha başe.

Li eyaleta Maryland a Amerîkayê di nexwaşxaneyekî de, nexwaşekî dil ê 57 salî dema hate ber mirinê wek çareseriya dawiyê dilê beraz neqlî wî kirin.

Li gor daxuyaniya nexwaşxaneya Maryland, emeliyata cara yekem û wek ceribandinekî hatiye kirin û şûnde rewşa nexwaş wa 3 roje başe.

Hat ragehandin ew emeliyat bi rastî jî kêrtê yan ne hîn zû ye, lê ji bo rizgar kirina jiyanê endamên bedena sewalan bikaranîn wek lêgerekî bi salane berdewam dike û ev emeliyate gaveke giring e.

Li gor navenda bijîşkên zankoya Maryland, ev operasyon, wek ajalekî ango sewalekî ku bi genetîka dilê wî ve hatî lîstin û kar li ser hatî kirin, di bedena mirov de endamên wî êdî dikare kar bike û ev yek îspat kiriye.

Daxuyaniyê de hat gotin, David Bennet ê nexwaşê dil rojekî berî emeliyatê ragehandiye: Ev emeliyate wekî ku di tariyê gule berdana armancekiye û ez vê dizanim, lê ew şansê min yê dawiyê ye.

Berpirsê zankoyê yê bernameya zanistî ya ji sewalan endam neqlî mirovan kirinê Dr. Muhammad Mohiuddin ragehand, eger ev bikêr bê, êdî ji bo gelek nexwaşên ku vê êşê dikşînin dê bê dawî derfetek çêbibe.

Sala 2021ê jî li New Yorkê lêkolînvanan ragehandibûn ji beraz neqla endaman ji bo mirov hêviyeke û ceribandinek pêkanîbûn, bi awayekî demkî gurçika beraz di mirovekî mirî de bicîh kiribûn û hatibû dîtin ku ew gurçik kar dike.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved