Diyardeya jinkuştinê
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x
Hesen Mukerrem

Diyardeya jinkuştinê

Hesen Mukerrem

Jinkujî tewaneke ku li ser bingeha hebûna peywendiya zayendî (sex) ye û weke qetila bizanebûna ya jinan an jî keçikan  li ser vî esasî hatiye hatiye pênasekirin.

Hatina peyva jinkujiyê an hemen fîmsaydê di nav cîhana wêjeya fîmînîstê de, ji aliyê lêkolera naskirî ya bi navê Diana Ernestine Earle Ross” di şîpela duyem a fîmînîstê li sala 1976`an, hatiye gorê. Herwisa wê  ev yeka jî pejrandiye ku peyva jinkujiyê yekem car di dehkên 18`an de tevî ferhengan bûye û pêka van lêkolînên ku hatine encam dan, em dikarin vê  mijarê li sê serdemên dîrokê de behs bikin di heyama wan serdeman de diyardeya jinkujiyê serî hildaye.

Sêyemîn devra diyardeya jinkujiyê di dehkên 21`an de bo bi mijara rojevê, û Dayana Rasêl tekez kiriye ku dibe wek mijarek hewce li ser diyardeya tundtîjî û êxsîriya cinsî a jinê weke berxwedaniyeka hewce li hember diyardeya jinkujiyê îşare pê bê kirin û herwisa  Silvia Federici 

Herwaha di pirtûka xwe ya bi navê Kalîban û Sahran ''Caliban and the Witch'' de îşare bi vê yekê kiriye ku di vê serdemê de eger jinekê kiryarek li dijî yasayên serdema xwe encam bidaba ev weke sahire nas dikirin ku hindek taybetmendiyên mîna hestê şeşem hene û ev dîtingeha  ji vê serdemê ve bi cih ma ye û tev jinên vê serdemê bi wateya jinên sehirker (efsûnger) dihatin nas kirin. Devra duyem a diyardeya jinkujiyê peywendî bi dehkên ango sedsalên 18 û 19`an heye, ku, di vê serdemê de li welatên mîna Fransa û Birîtaniyayê de ev jinên ku leşfiroşî dikirin, bi vê hincetê ve dikuştin.

Pêka gotinên lêkolerên di wî warî de, dema peyva jinkujiyê li zimanê aramî hûndrî zimanê Erebî dibe hindek wateyên zelaltir jê zêde dibin. Lêbelê li hindek mijaran de jî li her tişta ku îmkana diyarbûn an jî xûyabûnê jêra tunebe, jêra namûs dibêjin. Ji bo mînak ji mişkê kor re jî namûs dibêjin çimkû, di tarîtiya şevê de û bi awayekî nepenî û nediyar derdikeve derve û tehrîker û jîre jî. Û herwisa hindek taybetmendiyên din jêra girê didin, ku derheq bi jinan û  peywendiya bi namûsê, tê bi kar anîn. Lê di zimanê îngilîzî û hindek zimanên Ewropayî de namûs weke milkiyet û wateyên weke rûmet, şeref, welat perestî, pakî, malmezinî û şerm peywendî peyda kiriye, yanî wateyên ku her roj di wêjeya rojane de sûd jê tê vergirtin.  

Li gor gotina wê lêkolerê, di şaristaniyeta aramî de namûs bi wateya jinê nebûye belkû ev peyv peywendî bi mêran ve wateya xwe peyda dikir. Her çaxê ku di her eşîrekê de tawanek bihatba encam dan yek ji mêrên wê eşîrê dikirine qurbanî, da ku namûsa ji dest çûyî bizirve an bê misoger kirin. Her ji ber vê yekê wateya namûsê  netenê bo jinan belkû bi wateyên weke milkyet, hebûn, zarok, hevjîn, bav, dayîk, tayîfe, nijad, nirx û rûmeta însan jî hatiye girê dan. Ji dîtingeheke berfiretir de, namûs ji vê tiştê re tê bikaranîn ku mêr bi wateya civakî yanî mirovekî ku xwediyê serdestiyê ye û bi ser de desthilatdare ku, qedr û  navdariya xwe li gor vê pênase dike. Lê di wateya namûnê de sê hêman an unsûr tên dîtin. Ku  di yekemîn de milkiyet li ser hebûnê de(wateya qad) duyem milkiyet li ser torinî de. Sêyemîn jî malikiyet li ser laş de(wate zayendî û sêxolîte ye).

Herçend ku wateya namûsê pir kevne lêbelê, her çiqas cîhan pêş dikeve wateya vê peyvê jî wateyeke girîngtir peyda dike. Bi vê wateyê ku di dirêjahiya dîroka serdeman û li serdema pêş li şaristaniyet û nêçîrvaniyê heta bihevre jiyankirin û piştre jî kapîtalîzim di doza veguhartina însan bi kelûpel û kedmijya wî, wateya namûnê jî berfirehtir bûye. ji bo mînak di serdema nêçîrvaniyê de, bi sedema nebûna hîsa hewcehiya bi zayînê, wateyên weke kêmbûna jinê û zalbûna mêr li ser jinê de û tesnîfkirina zayendî jî ti wateyek nedibû. Lê bi veguhastina bo serdema bihevre jiyankirinê û piştre jî, kapîtalîzm, milkiyeta li ser erdê de, serçaveyên xwezayî û laş, û digel berfirehbûna nasyonalîzim, vejiyana nizama baviksalarî û emperyalîzmê, em digel domînaya namûsperestiyê rû bi rû kirine. Ji ber vê yekê ye ku namûs bi wateyên weke "jin" û nîştiman hatiye veguhartin. Ji bo mînak îro rojê dema ku kesek dibêje divê ku ez berevaniyê ji şeref(namûs)a xwe bikim tê vê wateyê ku berevaniyê ji jin û nîştimana xwe dikim.

Ji bo hewl û şerê lidijî tûndûtîjî û qetilkirina şeref û rûmetê di dest pêkê de, divê ku wateya milkiyetê bê jinavbirin. Her ev mirovê ku xwediyê milkiyet û serdestiyê ye, dikare gunehbarê vê tûnditîjiyê bibe, ji ber vê yekê ye ku divê em di wateyên weke milkiyet û şêwaza berhemanînê de, pêdaçûneveyê bikin. Herçend ku dibe ev nerîna wek xeyalê bê berçav lê, bi şopandina vê û tevlîkirina mêran yanî kesên ku di pêkanînên niha ên xwediyê milkyetê de zêdene, em dikarin digel tûndtîjiya lihember şerefê de hewl û têkoşîn bikin û dev ji berevenîkirina wateya şerefê berdin.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved