Dîaspora û Pêvajoya Dîasporaya Kurdî 
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x
Maruf Yilmaz

Dîaspora û Pêvajoya Dîasporaya Kurdî 

Motora ”Dîasporayên Kurdî” kî ne?

Wêjeya Kurdî li Swêdê bûye bingeha Dîaporaya Kurdî li tevahîya cîhanê û ew alîkarîya ”Dîasporaya Kurdî” bike û wê bihêztir bike? 

Dîaspora bi çi awayî dikare beşdarî xebatên pêşkeftinê li welatê jêderê bibe?

Dîaspora beşek ji armancên nû yên pêşkeftina cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî ye?

Doktoremend, lêkolîner, nivîskar Maruf YILMAZ

  1. Peyva”diaspora”

Peyva”diaspora” koka xwe ji gotina yewnanî ”diaspeiro” digire û wateya wê belavbûn e. Lê kurd peyva diaspora mîna diyaspora dinivîsînin. Rastnivîsîna peyvê “dîaspora” ye. Peyva dîaspora bi xwe ji du peyvên yewnanî “speriro” û “dia” li jor (over bi îngilizî) tê. Bi gotineke din terma diaspora di eslê xwe de bi zimanê yewnanî ye. Dîaspora tê  wateya “belavbûn” an “li sirgûn bûn”. Dîaspora bi serê xwe têgîneke pêşketin û şîroveyeke nû ye ji bo kurdan. Divê "Diasporaya Kurdî" ji alîyê rêxistinên civîl ve bihê avakirin û organîzekirin. Peyva ‘civil’ bi latînî "civilis" (civis) 'hemwelatî', ku ew behsa hemwelatîyên sîvîl dike, ne yên leşkerî û dewletê. Sîvîl (bi latînî “civilis”) sivîlên sivîl, ne leşkerî û ne ola organîzekirî. Dîaspora têgehek e ku bi gelemperî ji bo danasîna hemî komên koçberan ên ku li welatekî ji bilî welatê jêderê bi cih bûne lê ji ber berjewendiyê têkiliya xwe bi welatê jêderê re didomînin tê bikar anîn (Olsson (2016).  

  1. Teorîyên Cûda û Pêvajoya Dîaspora

Doçent. Dr. Enrique Perez (1997) mamostayekî payebilind yê xebatên civakî ye li zanîngeha Malmö û ew behsa peyva diaspora dike. Peyv bi eslê xwe Yewnanî ye û bi rastî tê wateya belavbûnê. Lê di wateya mecazî de dîaspora têgehek e ku di eslê xwe de behsa komên olî dike, yên ku neçar mane koç bûne û belav bûne; li welatên cuda yên cîhanê.

Prof. Dr. Erik Olsson (Erik (2016) Koçberiya Navneteweyî û Têkiliyên Etnîkî li Beşa Antropolojiya Civakî ya Zanîngeha Stockholmê ye. Ew di wê baweriyê de ye ku têgîna "diaspora" ji bo danasîna komeke koçberan tê bikaranîn ku  ew li welatekî din dijîn lê dîsan jî bi welatê xwe ve girêdayî ne. 

Prof. Paul Gilroy (1993) rexnegirê têgeha dîasporayê ye. Civak mirovî/ê diafirî, çêdike. Li gorî wî di dîasporayê de hizr û ramanên koçberiyê bêbandor in. Nasname, hizr û kesanetîya mirovî dikare bi demê re biguhire û formên nû biafirîne. Teorîyên Gilroy yên li ser nijad, nijadperest û çanda neteweyî di şekildana tevgera siyasî de pir balkêş in.   

  1. Dîaspora û wêjeya Kurdî bi hevre ne û ji hev cûda nabin

Fırat Cewerî nivîskarêkî jîr û wî kovara Nûdem derdixist. Gelo çima gazî wî nekirin? 

Wêjeya Kurdî (lîteratura kurdî) û kurdîya wê li Swêdê li cîhanê belav bû û bû sedemê jinûva zayîna Dîasporaya Kurdî li cîhanê. Wêjeya Kurdî bi koçberîya siyasî ve girêdayî ye. Dîaspora û wêjeya Kurdî bi hevre ne û ji hev cuda nabin. Taybetmendiya sereke ya ku kurdên Swêdê ji dîasporayên din cuda dike ew e ku ew pir di bin bandora nirxên demokratîk ên cîhana postmodern ya Swêdê de ne û xwedî perspektîfên berfireh in. Kurdên Swêdê ziman û çanda kurdî li cîhanê belav kirin û dan pejirandin. Bandora demokrasîya Swêdê ya postmodern li nivîskar, rewşenbîr û siyasetmendarên Kurd bû û ji lewre ew hatin guhartin, tiştên nû fêrbûn, lê kes jî wekî xwe man.

 Avakirina nasnameya kurdî û çawaniya wê pir girîng e. Divê dîaspora di qada navneteweyî de hebe û rola xwe bileyîze:

  • Parastina zimanê kurdî û perwerdeya wî li Dîasporayê şerta pêşîn e. Heyîna me ziman e. Em bi zimanê xwe hene. Piştî ziman, em bi çand û awayên jîyana xwe hene. Dûvre...
  • Qada derneteweyî, têkiliyên dersînorî pir girîng in.
  • Dîaspora mîna pergalek çalakîyê ye, mirov dikare wekî tevgera civakî ya transneteweyî lê mêze bike…
  •  Çalakîyên kolektîf, bi hevre bixebite, nasnameya dîasporîk û pirs / pirsgirêkên xwendekarên Kurd li  Ewropa û qata navneteweyî hebin. 

Bi ya min Wêjeya Kurdî alîkarîya dîasporaya kurdî dike û wê bihêztir dike. Wêjeya Kurdî li Swêdê bûye bingeha Dîaporaya Kurdî li tevahîya cîhanê. Wêjeya Kurdî (lîteratura kurdî) û kurdîya wê li Swêdê li cîhanê belav bû û bû sedemê jinûva zayîna Dîasporaya Kurdî li cîhanê. Wêjeya Kurdî bi taybetî koçberîya siyasî ve girêdayî ye. 

3.1 Dîasporaya Kurdî Ji Wêjeya Kurdî ne cuda, ew bihevre n 

Zehmet e ku mirov wêjeya kurdî ji dîasporaya kurdan cuda bike, ew bi hev re ne.  Ehmedê Xanî bi Mem û Zîna xwe bingeha kurdayetîyê danîye. Ev mînak ji bo me girîng e. Ehmedê Xanî, Şerefxan Bîtlisî, Hecî Qadirê Koyî, Mele îsmaîl Bayezîdî, Celadet Alî Bedirxan û malbata Bedirxanîyan bûn kapasîteyên Dîasporaya Kurdî. Ninûneyeke din: Prof. Qanatê Kurdo ji li Dîasporayê bû û ji bilî wî jî zanayên Sovyeta berê û yên niha bûn kapasîteyên Dîasporaya Kurdî. Ji ber ku ew dikaribin xwe biguhirînin, hizrên nû, ramanên nû û tiştên nû fêrbûn. Ji ber vê yekê ew bûn rewşenbîrên neteweya xwe. Ji Ewropayê mînakên pêvajoya dîasporaya Kurdî pir in, yek ji wan Dr. îsmet Şerîf Vanli ye, wî ji bo dîasporaya kurdî xebateke hêjatirîn kirîye. Divê em xwedî li nivîskarên dîasporayê derbikevin daku keda wan wenda nebe. Ji ber ku derketin û weşandina pirtûkên wêjeyî, çandî û civakî / dîrokî alîkarîyeke mezin didin tevgera kurd û wê bihêzir dikin. Kamuran Bedirxan, Îsmet Şerîf Vanlî û Hemreş Reşo li dijî komkujiya rejîma Baas ya sala 1969ê ji bo Başûrê Kurdistanê dest bi lobîyê kirin. Dîasporaya Kurdî hê di salên 1950î de li Ewropayê hebû. Mînak: Di sala 1956ê de Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê hat damezrandin. Di vê komeleyê de Dr. Abdurrahman Qasimlo, Saleh Bedreddîn û Hemreş Reşo çalak bûn. Di sala 1975ê de Komeleya Xwendekarên Kurd û Ciwanên Xwendekarên Kurdistanê ’AKSA’ de hat damezrandin. 

HIN BÛYERÊN KU BINGEHA KURDAYETÎ DANÎN, EV IN:

  1. Şerefnameya Şerefxan BÎTLÎSÎ (1597)
  2. Eposa neteweyî ya Ehmee XANÎ Mem û Zîn (1651-1707)
  3. Rojnameya ewilî "Kurdistan" di sala 1898ê de derket û bandora wê heta niha jî heye (Rola kurên Bedirxan-Abdulreman Paşa û Midhat Bedirxan hebû).
  4. Mîr Celadet BEDIRXAN: Alfaba HAWARÊ, Kovara Hawar (sal 1932), Ronahî (1942-1944), Roja Nû (1942-1945), Kamuran BEDIRXAN...Qanatê KURDO jî zimanzan û akademîkarekî mezin bû û niha cihê wî vala ye. 
  5. Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropa. Ev komele di sala 1956an de hat avakirin

Ji bilî van hersêyan jî ev jî girîng in: 

Tealî Cemiyetî, DOZA 49´an (50 kurd hatibûn girtin, yek ji wan mir, 49 kes man), DOZA 23´an, DOZA DDKO...).

Riya teze di sala 1930î dest bi weşanê dike. Navbenda lêkolîna kurdî 1948 / Bullentin du Centre studes Kurdes 1948

Yekitiya Xwendekarên Kurd li Ewropayê.  Nizamettîn Kaya di sala 1965ê rêxistina HEVRA damezrand. Omar Sheikhmous, Kemal Burkay û gelekî kesên din têkilîyên xwe bi HEVRA danîbûn ji ber ku  rêxistineke rewşenbîr û siyasî bû. Hemreş Reşo rêxistina BAHOZ damezrand û wî jî dest bi weşandina kovara ÇIYA (li ba min heye) kir. Kovara HAWAR ji nû ve çapkir. Kamuran Bedirxan, Îsmet Şeref Vanlî û Hemreş Reşo li dijî qetlîama rejîma Baas a sala 1969’an protesto kirin û ji bo Başûrê Kurdistanê dest bi lobiyê kirin. Hersê jî li Ewropayê dijîyan

  1. Mêjî yan motora ”Dîasporayên Kurdî” kî ne?

Em vebigerin ser motora Dîasporaya Kurdî: 

 4.1. Dîasporaya Kurdî sêalî ye

Dîasporaya Kurdî, karekî çandî, zimanî û civakî ye. Dîasporaya Kurdî sêalî ye 

  1. BIRYARÊN NETEWEYÊN YEKBÛYÎ JI BO GELÊ KEVNARE / GELE XWECIHÎ PIR GIRÎNG IN

Dîaspora Kurdî dikare ji armancên nû yên xwendin û perwerdeyên Neteweyên Yekbûyî sûd werbigire û mentalîteya xwe bigurîne. Pêwîste ku nûnêrê/nûnêra Kurd li NY hebe, lê tune ye. Divê Kurd xwe bigurînin. Divê desthilatdarîya wan li wan parve bibe û ew bihevre bibin çalak. Kurd xwedî ziman, mîrata çandî, ol, war û axa xwe ne. UNESCO di 21ê meha Sibata sala 1999ê de bi armanca parastina mafên nivîsandin û axaftina her netewe, hindiknetewe (kêmnetewe), herkesî/herkesê heye ku ew zimanê xwe azad bipeyve, bixwîne û binivîse. Gelê kurd, gelê xwecihî ye û mafê wî jî heye. Kurd bixwe jî ne demokrat in. Azadiya Ramanî (nêrîn) û Azadîya Çapemenîyê ji bo kurd û kurd jî pêwîste ku hebe. Partîyên Kurd wekî mêjî û mentalîtetê PKK ne û ew ji bilî xwe mafê jîyanê nadin kesên rewşenbîr, nivîskar, hunermend û akademîsyenên kurd. Medyaya sîyasî ya PKK/PAK/PSK/PDK/YNK jî îdeolojîk e û kurdan ji hev cûda dike. Divê em Medyaya Kurdî ya ku bixwe ve girêdayî ye, avabikin. 

5.1. KONVERSIYONA ZAROKAN YA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ

Azadiya Ramanî (nêrîn) û Azadîya Çapemenî pêwîste hebe. Li dewletên ku hindiknetewe tê de hebin, divê mîrasa kultura wan wenda nebe. Peymana Konvensîyona Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî, mafên ferdekî/ê (her zarokek) heye ku ew bi zimanê xwe perwerde bibe û nasnameya xwe nas bike (bend: bend 8, 28, 29, 30, çand bend 31).

  1. Jîngeha Dîasporaya kurdî û astên mîkro, meso, makro (astên hundirîn, astên navber û astên kollektîv, tevahî)

Jîngeha dîaspora kurdî ku tê de pergalên hawîrdorê yên cihêreng hene, derdikevin nav hev û bihevre diafirin ji bo Kurdistanê. Di navendê de kesek dikare ji hawîrdorên siyasî be. Di heman demê de ew dikare ji derdorên berê derbikevin û tiştên nû fêrbibe. Em hemî dikarin di dawiyê de bibin takekesên civakên çanda xwe ku jê re makro tê gotin. Ev sê pêvajoya nasnameya dîasporaya kurd avadikin:

6.1. Asta mîkroyê (hundirîn ya kesî/kesê)

 Mîkrosîstem cîhana me ya hundirîn, malbat û derdora zarokê/a me ye. Li vir dêûbav, xwişk / bira û mirovên girîng in, bandorên xwe li me dikin û em dibin kopîya wan. Ezbûn di hundir xwe de subjekt û çalak e.

6.2. Asta mesoyê an asta navîn

Naskirin û pejirandina qalîteya têkiliyeke navberkesî/ê bi û demê re. Bi şiklê kurdekî ku ji alîyê kesên din yên dîasporayê ve bê pejirandin.  

6.3. Asta makroyê

Pejirandin û naskirina herêma Kurdistanê, nexşe, qanûn û nirxên bingehîn ên welatê xwe bipejirîne. Asta makroyê armanca me ya herî dawîn e.

  1. Wezaretên dîasporayê li Hindistan, Ermenistan, îsraîl, Îrland, Nigerîya…   Çima li herêma Kurdistanê wezareta Dîasporayê tune tune ye

Li Herêma Kurdistanê wezareta Dîasporayê tune ye. Lê li gelekî welatan wezaretên dîasporayê hene. Mînak:  Wezîrê derve yê Hindistanê bi diasporaya Hindistanê re kar dike. Hindistanî bi dîasporayên xwe yên li welatên biyanî û Amerîkayê, welatê xwe avakirin û teknîka welatê xwe baştir kirin. Ninûne: 19 ji şirketên mezin yên Hindistanê bi pisporiya perwerdeya biyanî û Amerîkayî ve hatine avakirin. Yanî 19 ji 20 şirketên sereke yên Înternetê li Hindistanê perwerdehiya xwe li Amerîka û welatên biyanî wergirtine. Wezîrê derve yê Hindistanê bi diasporaya Hindistanê re kar dike. Wezareta Karên Derve ya Hindistanê li ser dîasporaya Hindistanê dixebite û ji dîasporayê sûd werdigire. Çend bername, bûrs, derfet, piştgirî û qanûnên wan hene ku dîasporaya Hindî pêşve dixin û xurtir dikin. Îsraîl xwedî wezareteke dîasporayê ye û wezîrekî/a dîasporayê yê/ya berpirsyar heye û ew di derbara dîasporayê  de rola xwe dileyîze. Li Ermenistan û gelekî welatên din jî wezirên Dîasporayê hene. Li her welatekî dîasporabûna nasnameyên cûda hene. Dîasporaya Baxdatê ya ji Stembolê cûda ye. Dîasporaya Swêdê ji Almanyayê cûda ye. Diaspora bi naskirinê, pejirandinê ve girêdayî ye, ew awayê têgihîştina pejirandin an naskirinê ye, aîdiyeta civakê ye. Dîaspora wekî cîhçêker: Em çawa dixebitin, biserdikevin û em bi girêdayîna xwe ya neteweyî jî dipejirînin.

  1. Kongereya “Konfederalîzma Ravenda Kurd” li Başûrê Kurdistanê

Ez damezrandin û Kongireya “Konfederalîzma Ravenda Kurd” pîroz dikim. Rêxistina Dîasporaya Kurdî avabû û wê kongreya xwe li herêma serbixwe ya Kurdistanê pêkanî. Ev kongere li Başûrê Kurdistanê di 04 - 5 2021ê de pêkhat. Konfederalîzma Ravenda Kurd bi pêşengîya Mesud BARZANÎ avabûye û ji lewre dikare rêxistineke neteweyî be. Mesud BARZANÎ mîna Şex Abdulselam û bavê xwe BARZANÎ giranîya xwe dide ser kurdayetîyê. Herçendî îbrahîm Güçlü wekî rêxistineke siyasî bibîne û nivîsîbe jî ne wisan e. Kongireya “Konfederalîzma Ravenda Kurd” mîna Ala Kurdistan û Ey Reqîb neteweyî ye. 

PKK demeke berê “Parlementoya Derveyî welat” damezrandibû û ji ber ku ew monoîdeolojîk bû, têkçû û wenda bû. Lê wekî mentalîte piranîya kurdên Bakur dişûbin PKK. Zilm û zordarî tenê ji sîstema dewletê nayê, awayê hizrandina hin kurdên ehmeq jî dikare zilma herî dijwar biafirîne. 

Li gelek welatên Ewropayê komar in. Lêbelê, yên ku ji hêla monarşiya sembolîk ve têne rêvebirin hene. Mînak: Îngilîstan, Danîmarka û Swêd. Dewleta Swêdê  demokratirîn e, lê keyayê wê yê sembolîk heye. Mesud BARZANÎ berpirsyarîyê dabû Tahîr Hewramî û wî desthilatdar kiribû ji bo Dîasporaya Kurd birêvebibe. Tahîr Hewramî jî îsmaîl Kamil desthilatdar kir û jê xwest ku ew nûnerên Konferansa dîasporaya Kurd hilbijêre. Îsmal Kamil li Swêdê dijî û ew nûnerê Tahîr Hewramî ye. Nûnerên ku hatine hilbijartin li gorî çi pîvanî hatine hilbijartin, ji bo min ne balkêş e. Lê ji bo min kapasîteyên nûnêran girîntirîn e û divê mirov analîze bike.  Hin pirs dikarin ev bin:

  1. Kongreya Diasporaya Kurdî çima li Dîasporayê çênebû?
  2. Çima bandor û hegemonya partîyeke siyasî li ser pêvajoyê hebû? Sedem dikare çi be?
  3. Çi rê, derfet û astengî li pêşiya nifşên duyemîn ya dîasporayê hene ku li dijî li dewleta xwemalî rabiweste û wê protesto bike?
  4. Kesek li dîasporayê ”Medyaya Kurdî” çawa bikar tîne û çi bandorê li nasnameya wî dike?
  5. Tecrûbeya kesane ya ku Medyaya Kurdî bandoreka li ser nasnameya wî, wê / wan dike, çi ye?

Encam: Bi dîtina min divê danûstandin dualî be, ango hikûmet guh bide dîasporaya xwe yek ji peyamên herî girîng e, di civakeke demokratîk de.. 

”Kurdistan ji sala 1992an ve bû herêmeke serbixwe” 

Kurdistan ji sala 1992an ve bû herêmeke serbixwe, azad û li herêmê pêşketinên nû çêbûne. Em dizanin ku kurd li Başûr bi alîkarîya Neteweyên Yekbûyî, Yekitîya Ewropa, Amerîka û hêzên peymana navdewletî, herêmeka serbixwe û azad avakirin. Ez dizanin ku kurd gihîştine mafên xwe yên neteweyî. Piştî bidawîhatina Şerê Kendavê di sala 1991ê de, Neteweyên Yekbûyî û hevalbendên wê ji bo parastina Kurdên Iraqê "pengeheke ewle", navçeyeke qedexeya firîna balafiran avakirin. Firîna balafiran hat qedexekirin û navê wê herêmê bû ”Herêma Kurdistanê”.  Divê Rêxistina Diasporaya Kurdî ji bo  tevahîya kurdan be. Barzanî ne îdeolojî û ne jî îdeolojiya partiya xwe nehizre (nafikire). Barzanî şexsan weke parçeyekî ji tevahiya neteweyî dibîne.

  1. Pêkhatina Dîasporaya Kurdî li Ewropayê

Pêkhatina Diasporaya Kurdî li Ewropayê diyardeyeke sala 1960î ye û ji bo herçar beşên Kurdistanê ye. Di salên 1960î de kurdên Bakurê Kurdistanê dest bi hatinê kirin û hatin Almanya, Benelux, Avusturya, Swîsrê li ser bingeha peymanên nav dewletên cuda. Piştî şoreşa Îslamî ya îranê ku di sala 1979ê de çêbû û dûvre di sala 1980î de derbeya leşkerî ya Tirkiyê çêbû. Dewletên dagırker bihevre helwest digirtin; hikûmeta îraqê li dijî kurdan kampanya qirkirinê (enfal) plan kiribû û xwe amade kiribû ji bo qirkirina kurdan. Li alîyê dewleta tirk ve kampanya wêrankirin, talankirin û valakirina gundên kurdan, bi darê zorê dest pê kiribû. Di sala 1992an de bi polîtîka qirkirina siyasî ya ”elîtên kurd” ji alîyê dewleta tirk ve hatibû organîzekirin û ketibû rojevê.  

1946 Komara Kurdistanê ji alîyê îranê hat hilweşandin û gelekî kurd koçberî bûn, çûn Îraq û Sovyeta berê. Ew li wir bûn Disapora Kurdî. Di sala 1937ê de Stalîn û hevalbendên xwe kurdên Sovyeta berê sirgûnê Qafkasyayê kiribûn. Di salên 1950-1956 darbe li îranê û di sala 1958ê de li Îraqê bû sedem koçberıya kurdan. Kurdên Antoliya Navîn ji eşîrên ku ji Bakur û Başûrê Kurdistanê ji alîyê Osmaniyan ve ji bo parêzgehên Konya û Anqarayê hatine sirgûnkirin, pêk hatine, ziman û çanda xwe parastine. Siyaseta dewleta tirk û xebatên çekdariya PKK bûn sedemê têkçûna pêvajoya aştîyê.  Di van salên dawin de şerê çekdariyê bûn sedem ku bi milyonan Kurd ber bi Tirkiyê ên wek Stenbol, Mersîn, îzmîr, Edene û bajarên Tirkiyê ve herikîn û li wan deran bicîh bûn. Kurd bi şerê çekdarîyê bi dijminên xwe nikarin ji lewre divê kurd dev ji şer berbidin. Kurd bi kurd re, hem jî bi dijminên xwe re rêya aştîyê hilbijêrin dê bikaribin mafên xwe bistînin. Kurd bi şer bi dijminên xwe nikarin. 50 mîlyon kurd bê dewlet in. Ev ne normal e. Divê kurd dev mentalîta kevnare berbidin, kurd bi kurd re û hem jî bi dijminên re rêya aştîyê ya bê şerê çekdarîyê hilbijêrin. Mirovahî ji demekê derbasî demeke nû dibe û li wir kurd wekî qereçîyan li hev nakin û dema ku du kurd tên cem hev hingê şerekî li dijî hev derdixin. Dîaspora bi çi awayî dikare beşdarî xebatên pêşkeftinê li welatê jêderê bibe?

 

  • Paşbingeha Dîasporaya Cihûyan

 

Yek ji Paşbingeha dîasporaya cihûyan di sala 70 PZ de Romayiyan Quds dorpêç û dagir kirin. Perestgeha pîroz ya Qudsê hat şewitandin. Di vê salê de dîyaspora cihûdîyan ji nû ve dest pê kir. 135 PZ li Cihûyan jîyan li bajarên Quds (Jerusem) û Filistîn li wan hat qedexekirin ku ew li wir bijîn. Di vê salê de serhildan û êrîşên mezin yên li dijî Romayê hebûn. Piştî wê jî du hezar sal Cihû li sirgûnê, li dîasporayê  dijîn. Cihû bi darê ji axa xwe bûn û ji welat bi welat hatin derxistin. Dîroka Girtîgeha Babilonî, (587- 537 BZ) ji bo diasporaya cihûdî pir girîng e, ji ber ku di wê demê de cihûdî ji Qudsê hatibû şsirgûnkirin û bajarê wan jî hatibû dagirkirin. Bi daxwaza Keyayê  faris, Qurûsê Mezin  cihûdî dikaribûn vebigerin, ser axa xwe, bajarê Qudsê. Rêxistina Sivîl ji bo armancên hevpar xwedî nirxên hevpar e û ji dewlet, şaredarî û partiya siyasî/partiyên siyasî serbixwe ye. Rêxistineke civaka sîvîl, ramaneke ne yekoîdolojîk e. 

Mîsyona pêşîya rêxistina sivîl girîng e. Dûvre çalakîyên wê ku hizrên nû diafirîne û mirov tiştên nû fêr dibe. Nivîskarên kurd li swêdê û xebatên wan yên ziman, çandî, civakî û siyasî bûne bingeha ”Dîaspora Kurdî” li Ewropayê. Gelo motor û nûnerên Dîasporaya Kurdî kî ne? 

Li gorî parlamentoya Swêdê, civaka sivîl weke qadeke, ji dewletê cuda tê pejirandin. Peyvên bingehîn: rêxistina sivîl, kar û karmendiya sivîl, civaka sivîl, hîndekarî, hînkirin û bi xwehînbûn, parvekirina zanyariyê ye. Nimûneyên rêxistinên sivîl:

  • Amnesty International-Efûya Navneteweyî
  • Yekitiya Akademikerên Swêdê/
  • Akademiya Kurdî li Stockholm/Kurdiska Akademien i Stockholm
  • Komîteya NY - ya Swêdê
  • Rêxistina alîkariya mirovî ya kesane
  • Yekitiya Jinan a Navneteweyî ji bo Aştî û Azadîyê/Internationella Kvinnoförbundet  för fred och frihet
  • Komeleya Aştî û Hakemê ya Swêdê/Skiljedomsföreningen

 

  •  Kurteya naverokê

 

Dîasporaya Kurdî rêxistineke neteweyî û sivîl e.  Motora wê akademîyen, xwendekarên zanîngehan, dewlemendên kurd, nivîskar/hunermend, rewşenbîr komeleyên kurd in. Divê Dîasporaya Kurdî hem li hundir û hem jî li derveyê Kurdistanê hebe. Dibe ku giranî li ser têkiliya kurdayetî û zimanê zikmakî be. Dîaspora dikare lêkolîn bike ka bi çi hawayî dikare bibe avaker û afirîner ji bo pêşkeftina xwe û welatê xwe. Rêxistina neteweyî ji bo armancên hevpar xwedî nirxên hevpar e. 

Têkilî û girêdana Parlemenyoya Kurdistanê û rêberên wê bi dîasporayê re pêwîste, lê divê ew têkilî dualî bin. Yanî divê hikûmet guh bide akademîsyen / nivîskarên dîasporayên Kurd û guhdarîya wan jî bike. Dîasporaya Kurdî rêxistineke sivîl & neteweyî ye yan îdeolojîk/sîyasî ye? Sînorên dîasporaya kurdan hem li hundir û hem jî li derveyî welatî ye. Dibe ku giranî li ser têkiliya kurdayetîyê be. Diasporaya li derveyî welatê xwemalî çêdibe, lê Diasporaya Kurdî li Kurdistanê çêbû. Diasporaya kurdî têgeha ku ji bo nifûsa texmînkirî ya Kurdên ku ji Bakurê Kurdistan, Başûrê Kurdistan, Rojhilatê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê koçber bûne, dihê bikaranîn. Ji Diasporaya Kurdî sedî 53-56% kurdên Bakurê Kurdistanê ne.

Divê Rêxistina Dîasporaya Kurdî armancên nû yên pêşkeftina cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî ciddî bigire, bicîh bîne û jê sûd werbigire. Nimûne: alîkarîya NY ji bo xwendin û perwerdeya zimanê zikmakî…Di civîna bilind a Neteweyên Yekbûyî ya di 27'ê Îlona 2015ê de rojeva armancên nû yên pêşketinê yên NY'ê hate diyarkirin. Ev ji pêvajoyeke nû ya NY e. Divê partîyên kurd jê sûd werbigirin. Divê kurd dev mentalîta kevnare berbidin, kurd bi kurd re û hem jî bi dijminên re rêya aştîyê hilbijêrin.Zilm û zordarî tenê ji sîstema dewleta tirk nayê, awayê hizrandina hevwelatîyên Tirkiyê û partîyên wê jî dikare zilmên herî dijwar biafirîne. Çar xalên girîng hene:

11.1. Mêjî an motora Dîasporayên Kurdî ev in: Akademîsyen / akademîkar, xwendekarên zanîngehan, nivîskar, perwerdekar/mamoste, duzimanzan, hunermend…Dewlemendên herî mezin, komele, sazî, înstîtusiyonên kurd, Parlementerên kurd, rêxistinên sivîl, ne leşkerî û rêxistinên parastina mafên merovahîyê li cîhanê. Dîasporaya Kurdî kom dibe ser van xalên jêrîn:  

11.2. Ziman şerta heyînê ye. Parastina zimanê kurdî bi alîkarîya dewletên ku kurd lê dijîn û perwerdeya zimanê zikmakî şerta pêşîn e. Em bi zimanê xwe hene. Piştî ziman, em bi çand û awayên jîyan, ala xwe hene... îdeolojîkkirina zimanê tawaneke însanî ye.

11.3. Piştgiriya dîasporayê:     

Ji bo piştgirîkirina wan kesên ku ji Kurdistanê derketine lê li derve alîkarîyê dixwazin ango pêwîstiya wan bi piştevanîyê heye, hene.

11.4. Pêwendîya kurdan bi dîasporayê re: 

 Li çar alîyê cîhanê kurd hene û pêwendîyên wan yên bi Kurdistanê re hene, bînin cem hev. Parlementoya Kurdistanê pêwendî û girêdana xwe bi hemû endamên Dîasporaya Kurdî re ku dixwazin pêwendîyên xwe bi Kurdistanê re hebin biparêze.

11.5. Hêsankirina Tevlêbûna Dîasporayê:

Dîasporaya Kurdî Ji bo hêsankirin û piştgirîkirina çalakîyên li ser asta, neteweyî, herêmî, cîhwarî û navneteweyî ji bo pêşxistina dîyaloga dualî di navbera Kurdên li derveyî welat û Kurdistanê de dijîn, hebe.

11.6. Naskirina dîasporaya Kurdî:

Dîasporaya Kurdî pejirandina cûrbecûr yên mirovên ku dîasporayê pêk tînin û beşdariya wan di avakirin û pêşxistina nasnameya kurdî de heye, bên parastin. Hem bi komî û hem jî bi ferdî nasnameya xwe pêş bixin û welatê ku ew lê dijîn zimanê wî welatî fêr bibin. Naskirina curbecur yên kesên ku dîasporayê pêk tînin û beşdariya wan di avakirin û pêşxistina nasnameya kurdî de bê parastin.

11.7. Siyaseta Diyasporayê ya Pêşveçûn: 

Pêwîste rexnegirên Dîasporaya Kurdî hebin, divê ew rexneyên xwe vekirî bibêjin, binivîsînin û ji guhertin, ramanên nû, nerînên nû û tolerans re jî vekirî bin. Dîasporaya Kurdî zimanî, çandî û civakî ye. 50 mîlyon kurd bê dewlet in. Ev rewşa kurdan ne normal e. Divê kurd mentalîta biguhirînin daku bikaribin bigihîjin serxwebûna Kurdistanê. 

  1. REFERENS Û ÇAVKANÎ

Borgström, Maria & Goldstein. Kyaga Katrin (2009)

Den tredje identiteten & Amp; M: Invandrare & Amp, Minoriteter (1), 28-31

Olsson, Erik (2016) Diaspora – ett begrepp i utveckling: En kunskapsöversikt. (Rapport för statens Offentliga Utredningar).

Kopiyakirin qedexe ye

19.12.2021, Stockholm

Maruf YILMAZ

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved