BasNews – Berpirsê lêjneya jeneratoran li Hewlêrê ragehand, bernameya karên jeneratoran tê guhertin û nirxa wê jî erzantir dibe.
Berpirsê lêjneya jeneratoran li Hewlêrê, Qehreman Mewlûd ji BasNewsê re got, me bernameya karê jeneratoran guhertiye. Êdî jeneratorên taxan ji demjimêr 06.00 heta 09.00 û ji 13.00 heta 02.00 elektirîkê didin welatiyan.
Qehreman Mewlûd her wiha got, biryar hatiye dayîn her gava elektirîka giştî çû divê jenerator yekser elektirîkê bide welatiyan.
Berpirsê lêjneya jeneratoran li Hewlêrê agahiyên zêde da û got, ji ber ku elektirîka giştî kêm bûye me ev guhertin kir. Her wiha me biryar da nirxa elektirîka jeneratoran were kêmkirin.
Bi gotina wî berpirsî, eger ev bername nebe nirxa her ampêreka elektirîka jeneratoran 17 hezar dînar dibe lê bi vê bernamê re dadikeve derdora 12 hezar dînar.
Li Herêma Kurdistanê û Iraqê ji ber ku elektirîka giştî kêm e, beşek ji elektirîkê ji aliyê jeneratoran ve tê dabînkirin.