Endamên Civata Ewlekarîya NY êrîşên li Iraqê û Herêma Kuristanê şermezar kirin
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Endamên Civata Ewlekarîya NY êrîşên li Iraqê û Herêma Kuristanê şermezar kirin

BasNews- Endamên Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) êrîşên terorî yên dawî yên li Iraqê û Herêma Kurdistanê  şermezar kirin.

Roja sêşemê li Basra êrîşeke terorî çêbûbû û di encama wê de bi kêmî ve 4 kes hatibûn kuştin û 20 kesên din jî birîndar bûbûn.

Endamên Civata Ewlekarî ya NYyê êrîşa li ser Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê ya 3yê Berfanbarê jî şermazar kirin ku di wê êrîşê de, ku DAIŞê berpirsîya wê girtibû ser xwe, bi kêmî ve 13 kes şehîd bibûn.

Wan endaman bo malbatên kuştîyan û hikûmeta Iraqê sersaxî xwestin û dan zanîn ku ew hêvî dikin ku birîndar di demeke zûtir de baştir bibin.

Endaman piştgirîya bo serxwebûn, serwerî û yekîtîya axa Iraqê careke din dubare kirin û dîyar kirin ku ew bo wî welatî alîgirê peyvajoya demokratîk in.

Endamên Civata Ewlekarî ya NYê bang li dewletên cîhanê kirin ku dijî terorê li gor berpirsîyên xwe tevbigerin û bi hikûmeta Îraqê re hevkarîyê bikin.

Wan endaman dîyar kirin ku hemî çalakîyên terorî armanc çi be, li kû derê be, kînga be û ji alîyê kê ve be, ferq nake sûc in û dan zanîn ku ew piştgirîya têkoşîna dijî terorîzmê dikin.

 

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved