Li Kerkûkê DAIŞê êrişî hêzên Iraqî kir – Kuştî û birîndar hene
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Li Kerkûkê DAIŞê êrişî hêzên Iraqî kir – Kuştî û birîndar hene

BasNews – Terorîstên DAIŞê li devera Sergeran ya Kerkûkê êrişî hêzên Iraqî kirin. Tê gotin ku kuştî û birîndar hene.

Li gorî agahiyên BasNewsê, derengiya şeva borî terorîstên DAIŞê êrişî hêzên Iraqî yên li nahiya Sergeran ya Kerkûkê kirin. Ji ber wê jî şer di navbera her du aliyan de derket.

Li gorî agahiyan, di wî şerî de herî kêm serbazekî Iraqî hatiye kuştin û çendek jî birîndar bûn lê amarek zelal li ber dest nîne.

Ji aliyekî din, kesekî xelkê gundê Lihêban ku nêzîkî Sergeranê ye û xelkê wê kurd in, ji BasNewsê re got, terorîstên DAIŞê tenê êrişî hêzên Iraqî kirine û hêzên Pêşmerge di rewşa amadehiyê de ne.

 

 

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved