Putîn: Gotûbêjên li gel Amerîkayê dê berdewam bin
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Putîn: Gotûbêjên li gel Amerîkayê dê berdewam bin

BasNews – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin îro Çarşemê dîyar kir ku Rûsya dê bo şopandina hevdîtina wî ya bi Serokê Amerîka Joe Biden ya ser Ukraynayê, di nav hefteyekê de pêşnîyarên xwe ji Washingtonê re bişîne.

Putîn ji rojnamevanan re got ku gotûbêjên di navbera wan de vekirî û avaker bûn û her wiha ya girîng ew e ku derfeta domandina dîyalogê heye.

Berdevikê Kremlînê Dmitriy Peskov jî îro da zanîn ku karbidestên Rûsî û Amerîkî dê hevdîtina vîdyoyî ya roja Sêşemê ya ku di di navbera Putin û Joe Biden de ser Ukraynayê du saetan berdewam kir, demûdest bişopînin.

"Serokan li hev kirin ku nûnerên xwe destnîşan bikin, ku ewê di demeke kurt de dest bi nîqaşkirina vê rewşa tevlîhev ya aloz û şerûd û her wiha

mijarên ewlekarîya stratejîk yên li parzemînê bikin," Peskov got.

Lê, wî di derbarê rêka avakirina wê peywendîyê de ti dîrok û hûrgulî neda.

Ji alîyekî din ve, karbidestekî wezareta derve ya Rûsya got ku dibe Amerîka bo cara yekê di nav welatên ku bo bidawîkirina şerê heft sale di navbera hêzên hikûmeta Ukraynayê û cudakarên ku alîgirên Rûsyayê ne de didome, cîh bigire.

Pispor dibêjin ku ev daxuyanîyana nîşan didin ku Moskow ji pêşnîyara wezîrê derve yê Amerîka Antony Blinken ya hefteya borî ya hêsankirina danûstandinên ser çareserîya şerê li Ukrayna re, vekirîye.

Wezîrê Derve yê Ukraynayê Dmytro Kuleba ji Reutersê re got ku gotûbêjên di navbera Biden û Putin de ji "pêşîgirtin û kêmkirina alozîyê re" xizmet kiriye.

Dîplomat û pispor destnîşan dikin ku lihevkirina ser domandina gotûbêjan encama sereke ya berbiçav ya hevdîtina Biden û Putin ya ser pirsgirêka Ukraynayê ye.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved