Ji Parlamenterekî Kurdistanê bo Karwan Gezneyî: Bi hewara qaçaxçîtîya deriyên Silêmanî û Germiyan bigehin
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Ji Parlamenterekî Kurdistanê bo Karwan Gezneyî: Bi hewara qaçaxçîtîya deriyên Silêmanî û Germiyan bigehin

BasNews – Endamekî lijneya çavkaniyên xwezayî li Parlamentoya Kurdistanê bersiva endamekî Parlamentoya Kurdistanê yê ser bi fraksiyona YNKê da û amaje bi wê yekê dike ku divê ew bi hewara qaçaxçîtîya Silêmaniyê bigehin û şermekî mezin bi serê Kurdistanê ve tê Kurdistan dê bikeve lîsteya reş.

Endamê lijneya çavkaniyên xwezayî li Parlamentoya Kurdistanê Mela Cîhad Husên bersiva parlamenterê YNKê Karwan Gezneyî da û ji BasNewsê re ragehand: Karwan Gezneyî, Lahur Cengî nemaye. Tenê kesek bû ku we pişta xwe pê ve girêdabû. Bûye fîlmê siyasî û li gel çûna xwe gelek kes jî sêwî hişt.

Herwaha got: Ew Parlamenter ji bo xwe derxe pêş û nimayîş kirina ser ekranan û derew bi zimanê hikûmetê dike. Ew raporta diloit ku ew behs dike pir şefaf e û cîgirê serokê hikûmetê jî bixwe îmza li ser raportan dike.

Mela Cîhad Husên ji Parlamenterê YNKê re got: Herin carê di xema dizî û rûtkirina xema deriyên Silêmaniyê bixwin. Kêm maye Kurdistan pê bikeve şermekî mezin û diçe lîsteya reş de. Qasê nîvê şefafiyeta diloit tine, biçin deriyên Silêmanî û Germiyanê şefaf bikin, ew raport nîşan dide hikûmet xem dixwe û şefaf e.

Navborî got, Karwan Gezneyî her rojê ser bi taximekî YNKê ye û xema xelkê de nîne, kesekî şikest xwarî ye û qasê pûşikekî jî nav partiya xwe de kes hesabê bo gotinên nake.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved