BasNews – Li Herêma Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 8 pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan.
Wezareta Tenduristiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê amarên 24 demjimêrên borî de ragehand, 4 hezar û 152 testên vîrusa koronayê hatine kirin û testên 255 kesan pozîtîf derketiye.
Herwaha hat ragehandin di 24 demjimêrên borî de 242 pêketiyên vîrusa koronayê jî baş bûne û 8 kesên pêketiyên vîrusa koronayê jî jiyana xwe ji dest dane.
Li Herêma Kurdistanê heta naha 377 hezar û 659 pêketiyên vîrusa koronayê hatine tomar kirin û 366 hezar û 62 kesên pêketiyên vîrusa koronayê jî baş bûne û bi giştî jî 6 hezar û 958 pêketiyên vîrusa koronayê jî baş bûne.