BasNews – Îro rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir daxwaza hilweşandina milîsên ji dest derketî yên Heşdî Şeibî kir û got divê çek tenê di dest dewletê de bimîne.
Sedir di tora xwe ya civakî twitterê de nivîsand: ‘’Pêwîste êdî çek tenê di dest dewletê de bê hiştin û milîsên ji dest derketî jî bên hilweşandin.’’
Di twita xwe de Sedir got, piştî teqîna duh a siyasî li Besra, ku 4 kes hatibûn kuştin û çar birîndar hebûn, pêwîste rê neyê dayîn Iraqê bikşînin nav metirsiyan, ku ji bo xatira çend kursiyên çend aliyekî hewla bidest xistina wan didin.
Sedir teqez kir ku hikûmeta piraniya niştimanî kar ji bo nehiştina gendeliyê dê bike, êdî ji aliyê kî ve bê birêve birin, vê derbarê de çavê xwe girtin ji ti kesê re nayê kirin.