Rukiye Mistefa
BasNews – Di rêya Sêwas û Yozgatê de du otomobîlan li hevdan û di bûyerê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 9 kesên din jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên çapemeniya Tirkiyê, li herêma Davutlu ya navçeya Akmagdenî ya Yozgatê bûyerekî trafîkê pêkhat û minibûsa ji Yozgatê ve ber bi Sêwasê ve diçû li gel otomobîla Sêwasê ve diçû bo Yozgatê li hevdan. Piştî agahdar kirina hemwelatiyan tîmên ewlehiyê û tîmên tenduristiyê geheştin cîhê bûyerê û derket 2 kesên bi navên T.C û hevjîna wî R.D jiyana xwe ji dest dane û 3 jê giran bi giştî 9 kesên din jî di herdu wesayîtan de birîndar bûne.
Derbarê bûyerê de lêkolîn hate destpê kirin.