Rukiye Mistefa
BasNews – Li navçeya Senzig a ser bi bajarê Konigs Wusterhausen a ser bi eyaleta Brandenburg a Almanyayê di malekî de terme 5 kesan hate dîtin.
Berdevkê polîsê herêma başûr a Brandenburg a Almanyayê Lutz Miersch ragehand, li gor demjimêrên herêmî 12:00ê de li ser banga lezgîn polîs li navçeya Senzig geheştiye malekî û di malê de terme 5 kesan dîtiye.
Herwaha ragehand, di wê baweriyê de ne ku li wê malê de termên ku hatine dîtin kesên ku hatine kuştin.
Li gor nûçeya rojnameya Maerkische Allgemeine, ji 5 termên ku hatine dîtin 3 ji wan zarok in.