BasNews - Koçbera Kurd Evîn Îrfan Zahir li nexweşxaneyeke Polandayê canê xwe ji dest da.
Evîn Îrfan Zahir xelka parêzgeha Duhokê û dayika pênc zarokan bû, dema koçber bibû du canî bû lê ji ber serma û bê taqetbûnê zaroka wê li ber çûbû û li nexweşxaneyeke Polandayê di bin çavdêriyê de bû, piştî 25 rojan duhî canê xwe ji dest da.
Evîn Îrfan Zahir bi qaçaxî bi malbata xwe re berê xwe da Belarusê û ji wir jî derbasî nava xaka welatê Polandayê bibû.
Bi hezaran koçberên xelkê Herêma Kurdistanê û Iraqê bi mebesta derbasbûna nav axa Yekîtiya Ewropayê berê xwe dane Belarusê û li deverên sînorî yên di navbera Belarus û Polandayê de asê mane û di rewşên xirab de ne.
Ji bo vegerandina koçberan ji Belarusê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê hevahengiyê dikin. Heta niha çendîn karwan ji wan koçberane malên xwe.