BasNews – Li gundekî bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê jinek ji aliyê birayên xwe ve hat kuştin.
Malpera mafên mirov ya Hengawê ragehandiye, duhî danê êvarê li gundê Bawerêz yê bajarê Sine jineka 33 salî ji aliyê birayên xwe ve hat kuştin.
Li gorî agahiyan, ew jina han ku navê wê Seher Rizayî û dayka du zarokan bû û demek bû ji hevjînê xwe cuda bibû, bi behaneya parastina namûsê ji aliyê birayên xwe ve bi kêran hatiye kuştin.
Heta niha birayên wê jina kurd nehatine girtin.