BasNews – Wezîrê çavkaniyên avê yê Iraqê ji bo beşa av a welatê xwe daxwaza piştevaniya civaka navnetewî dike.
Wezîrê Çavkaniyên av a Iraqê Mehdî Hemdanî îro 04.12.2021ê beşdarî Forma Diyaloga Rojhilata Navîn 2021 a li paytexta Îtalyayê Roma birêve diçe bû û gotarek pêşkeş kir.
Mehdî Hemdanî ragehand: Pêwîste em hemû bi hevbeşî li hember wan astengiyên keşûhewa û bandorên wê yên xirab rawestin.
Wezîrê Çavkaniyên av a Iraqê, amaje bi pêwîstiya piştevaniya civaka navnetewî ya hewldanên Iraqê kir, ji bo bidestanîna beşa ava li çem û rûbarên hevbeş ên di navbera Iraq, Tirkiye û Îranê kir.
Mehdî Hemdanî amaje bi pêwîstiya pêbendbûna rêkeftinên navnetewî yên taybet derbarê avê yên ji aliyê Îran û Tirkiyê ve kir û ragehand: Metirsiya hişkesaliyê û çolbûnê heye û pêwîste ew welat ziyanan li berçav bigrin û hevbeşiyê têde bikin.
Berpirsên Iraqê radigehînin, Îran ew çemên ku nav erdên wê de derdikevin û dirjêne nav Iraqê bi temamî hişk kirine û Tirkiye jî bi ava kirina bendavan ve beşa av a Iraqê kêm kiriye.