BasNews – Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw bi nûnertiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevlî şîna wan pêşmergeyan bû ku di êrişa DAIŞê de li Mexmûrê şehîd bûn.
Ofîsa parêzgarê Hewlêrê ragehandiye, duhî parêzgar Umêd Xoşnaw bi nûnertiya serokê hikûmeta Kurdistanê beşdarî şîna wan pêşmergeyan bû ku pêr bi şev di êrişa DAIŞê de li Mexmûrê şehîd bûn.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi telefonê sersaxî û hevxemiya xwe ji malbatên serbilind ên şehîdan re ragihand û hêvî xwast, Xwedayê mezin giyanê wan bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê bide malbatên wan.
Pêr bi şev çekdarên DAIŞê êrîşî çend gundên sînorê qezaya Mexmûrê li bintara çiyayê Qereçoxê kirin û di encam de li gundê Xidircîce 3 welatî û 10 Pêşmerge şehîd bûn û 5 welatî jî birîndar bûn.