BasNews- Êvara îro roja înê 03.12.2021ê Serokwezîr Mesrûr Barzanî li bajarê Hewlêrê serdana Pêşmergeyên birîndarên êrîşî terorîstên DAIŞê kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji nêzîk ve li rewşa tendirustiya Pêşmergeyên birînar pirsî û hêviya saxî û selametiya bilez ji wan re xwest û aliyên peywendîdar erkdar kir ji bo çareserkirina birîndaran.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pesnê qehremanî û xweragiriya Pêşmergeyan da di warê rûberûbûna li dijî DAIŞê û bergiriya xaka Kurdistanê.