Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 369 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 5 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 369 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 107 kes li Hewlêrê, 63 kes li Silêmaniyê, 170 kes li Duhokê, 3 kes li Helebceyê, 14 kes li Germiyanê û 12 kes li Raperînê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 5 kesan jiyana xwe ji dest dane, ji wan 3 kes li Hewlêrê û 3 kes li Silêmaniyê nê.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 456 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 376496
Mirin: 6911
Başbûn: 364276
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.