BasNews – Bi biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, nêzîkî 2 milyar dînar bo bicîhanîna projeya qîr kirina rêya navbera Berzince û Baraw ên ser bi parêzgeha Silêmaniyê hat cuda kirin.
Îro 02.12.2021ê fermangeha medya û zanyariyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî razîbûn li ser temam kirin û xerc kirina milyarek û heşsed û 12 milyon û 10 hezar dînar (1.812.010.000) nîşan daye, ku projeya qîr kirina rêyên Berzince û Baraw bên temam kirin.
Proje bi pareyê budceya hilberînê ya wezareta avadaniyê û niştecîhbûnê tê cîhbicîh kirin.