Êrîşên DAIŞê û tevliheviyên Silêmaniyê de tiliya Îngîlîzan xuya dike
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x
Ömer Özmen

Êrîşên DAIŞê û tevliheviyên Silêmaniyê de tiliya Îngîlîzan xuya dike

Ömer Özmen

Barbarizma DAIŞê, di van rojê dawîn de, li Başurê Kurdistanê cardin dest bi êrişên teroristî kir. Li dorhêla Silêmanyê û Kifrîyê pêşmerge şehîd bun .

Li dij milletê Kurd eşkere ye ku,  rêxistina DAIŞ, ji dewletên dagırkerên Kurdistanê, piştgirîya lojîstîk û cebilxane werdigre.Tê zanîn  DAIŞ, bi referansa mezhebê Vahabî tevdigere.Gellek dîrokzan û civaknas destnîşan dikin ku,mezheba Vahabî, di sedsala 18 an de, li ser daxwaza İngilîzan hatîye damezrandin .

Mezheba Vahabî/Selefî; ji sedsala 18 an û 19 an vir de, li ser Hindistanê,  ji alîyê Îngilîzan ve, li dij Osmanîyan hatîye bikaranîn.Piştî perçebûyîna Împaratorîya Osmanî, 

di sîstema mandeterbuyîna Ereban de jî, Vahabîtî ji bo Îngilîzan wek aparat hatîye bikaranîn.

Damezrênerê mezheba Vahabî/ Selefî, Muhamed Bin Ebdulvahap, ( 1703-1792)

bi şêlandina  karwanên  Hecê dest bi damezrandina mezhebê Vahabî kirîye.

Di sedsala 18 an de, li ser Bisilmanên belengaz çalakîyên terorê pêkanîye .Bi rê û rêbazên terorê, bandora mezhebê Vahabîtîyê, li ser xelkê Erebistanê  berfireh kirîye.

Proje ya dewletbûna Vahabîtîyê bixwe jî, projeya İngilîzan e .DAIŞ, wek El Qaîde, şaxek ji mezhebê Vahabî/ Selefîye.

Cara yekem, nebîyê Muhammed Bin Abdulvahab  Abdulazîz Bin Suud, bi İngilîzan re rêkeftnameyek pêkanîye û di 20ê Berfanbara 1916 de, bi Brîtanya yê ve girêdayî, Dewleta Vahabi li Erebistana Siûdî hatîye damezrandîn.

Di 27ê Gulana 1927 de, bi gor Pêymana Cidde yê, li Erebistana Siûdî, dewleta Vahabî bi fermî, ji terefê Îngilîzan ve hatîye naskirin. Bi kurtahî, mezheba ku xwedî referansa Dar ul Herb Vahabîtî, ji sedsala 18'an vir de, di bin baskê empeyazlizma Îngiliz de, li herema Rojhêlata naverast bandora xwe nîşan da ye. Di heman dem de, di qada navnetewî de, îmaja dînê İslamê jî xera kirîye.

Roja piştî xiyaneta 16 ê Oktober ê, û destguhertina  Kerkükê, konsorsîyuma Îngiliz Brîtîsh Mobil bi lez, bi hikumeta Iraqê ya navendî re rêkeftname ya petrolê imze kir.

Dewleta İngilîz, raste rast damezrênerê dewletên dagirker ê Kurdîstanê ye.

Heta îro sînorê dewletên dagirker diparêze. Pir caran, wek aktorek sereke, desthilatdarîya dewletên dagirker jî diguherine .

Dewleta Îngilîz, guhertina nexşeya Rojhêlata Naverast, ji bo berjewendîyên xwe yê emperyal metirsîdar dibîne.

Vêcar, ne  raste rast bi navê Vahabî, lê li ser dagirkerên Kurdistanê,  bi navek cuda şaxek Vahabîtîyê bikartîne. Ew nav, DAIŞE.

Tilîya İstixbarata İngilîz, di organizekirina gellek rêxistinên terorist de heye. Îro, di Başurê Kurdistanê de, bi taybeti li dorhêla bajarê Silêmanyê, alîyek PKK, alîyek  DAIŞ roj bi roj çalekîyên terorîstî lidardixin. Ji bo xerakirina aramî û seqemgerîya Başurê Kurdistanê  tevliheviyan organize dikin. Bêguman, ew çalakîyên provokatîf, bi destê hinek sîyasetmedarên nav YNK û Tevgera Goran organîze dibin. Lê, mejîyê wan yê bilind, îstixbarata İngilîz e. Têkilîyên xiyanetkarê Kerkûkê Lahur Cengî û İstixbarata Îngilîz, ne tiştek veşartîye.

Divê hikûmeta Başurê Kurdistanê, li hember Wan planên İngiliz raweste.

Ji bo êrişen DAIŞ ê, rasterast hişarîyê bide dewleta Brîtanya yê.

Ji bo êrişên terorîst, İstixbarata wan berpirsîyar bibîne û rayagiştî ya cîhanê agahdar bike.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved