Rukiye Mistefa
BasNews – Li Meksîkayê otobûsek ji rê derket û li malan da û 19 kesan jiyana xwe ji dest dan, herî kêm 20 kes jî birîndar bûn.
Li Meksîkayê otobûsa ku frêna wî xerabûyî, ji rê û kontrole derket û li malên li tenişta rê da û 19 kesan jiyana xwe ji dest dan, 20 kes jî birîndar bûn.
Li gor nûçeya çapemeniya Meksîkayê, li bajarokê Joquicingo-Malinalco ya ser bi eyaleta Meksîkoyê otobûsa ku frêna wê xerabû ji rê derket û li malan da.
Rayedaran ragehand, di bûyerê de 19 kesan jiyana xwe ji dest dane û herî kêm 20 kes jî birîndar bûne.
Hat ragehandin birîndar rakirine nexwaşxaneyên derdorê û derbarê bûyerê de jî lêpirsîn destpê kiriye.