BasNews – Ji ber hebûna Lahur Cengî Burhan û taxima wî û bi amadebûna qebûl kirina wê rastiya nû ya piştî 8ê tîrmehê ve li ser deverê de pêkhatiye, Silêmaniye ji rewşeke metirsîdar re derbas dibe û rêveberiya berê ya YNKê jî hişyariya pêkhatina şer dide.
Piştî 8ê Tîrmehê Bafil Celal Talabanî hemû desthilatiya ewlehî û leşkerî, siyasî, darayî , çapemeniyê ji Lahor Cengî Burhan stand û bi biryara polîtburoya YNKê ve jî ew ji partiye derkir. Lê Lahur Cengî Burhan amade nîne wê rastiyê qebûl bike û bi rêyên cuda ve bangeşeya vegerandina desthilata xwe dike.
Di encama vê rewşê de heta naha ji aliyê hêzên YNKê ve sekretere taybet ê Lahor Cengî Karwan Elî Şamar û hejmarek kesekî din ên nêzîkî wî hatin girtin. Derveyî wê jî di dema hewldana girtina efserê polîs ê ser bi Lahur Cengî, Murad Kanî Kurdeyî jî bi hêzên YNKê re şer kir û di pevçûnê de wî kesek kuşt û piştre ew û du zîrevanên wî jî hatin kuştin.
Piiştî kuştina Murda Kanî Kurdeyî, Lahur Cengî peyamek belav kir û careke din gef xwarin û vekirina deriyê dojehê ji kurên Mam Celal kir û di çend hûrdeman de şeş caran peyva neyar bikaranî û bangeşeya wê yekê kir ku xwedê girawî li Silêmanî, li herêma Kurdistanê û li ser asta Iraq û bi giştî Rojhilata Navîn jî neyarên wî hene.
Li gor zanyariyên BasNewsê piştî gefxwarinên Lahur Cengî tirs û xof di nav xelkê Silêmaniyê de zêde bûye û ditirsin ku bajarê wan bikeve bin rewşa şerê navxwe yê navbera taxima ji yasa derketî ya Lahor û hêzên YNKê.
Vê derbarê de çalakvanê torên civakî Hîwa Mîranî ragehand: Peyama Lahur Cengî bêhna xwînê jê tê. Înşala ti tiştek nabe, lê xuya dike şerê navxwe yê YNKê derkeve.’’
Dawiya borî de endamê bere yê rêveberiya YNKê Osman Banîmaranî bi rêya BasNewsê egera derketina şer de hişyarî da û ragehand, naha rewşa Silêmaniyê baş nîne, ‘’Hêvîdarim rewş bê tundûtîjî bê çareser kirin û çek bikarneyên, eger na baş nabe.’’