Rukiye Mistefa
BasNews – Li paytexta Sirbîstanê Belgradê di kargehekî çêkirina roket û amûrên leşkerî de teqîn pêkhat û di bûyerê de 2 karkeran jiyana xwe ji dest dan.
Li Belgrad a paytexta Sirbîstanê di kargehekî çêkirina roket û amûrên leşkerî de li dû hev teqîn pêkhatin û li kargehê dûkel rabû û ser piraniya bajêr belav bû. Gelek polîs û tîmên agirkuj ji herêmê re hatin şandin.
Hat ragehandin di bûyerê de 2 karkeran jiyana xwe ji dest dane û 16 karker jî birîndar bûne. Derbarê sedemê bûyerê de heta naha ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.
Hat ragehandin di embara 260 metrekareyî de 500 roketên ku ji 30 kîloyan pêktê hebûne.