Rukiye Mistefa
BasNews – Li eyaleta Sanmatenga ya Burkina Faso li hember hêzên ewlehiyê êrîşeke çekdarî pêkhat û di encamê de 9 jê leşker, 19 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gor nûçeya çapemeniya netewî ya Burkina Faso, li herêma Foube ya eyaleta Sanmatenga ya Burkina Faso li hember hêzên cendirme yên ewlehiyê ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve êrîşek pêkhatiye û di encamê de 9 jê leşker, bi giştî 19 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li Burkina Faso gelek grubên çekdar hene û heta naha ti aliyekî berpirsyartiya êrîşê negirtiye serxwe.
Li herêma Sahel a Burkina Faso roja 14ê Mijdarê jî êrîşeke terorî ya li hember artêşê de 32 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.
Li welatê cîranê Burkina Faso, Malî rêxistinên girêdayî El Qaîde û DAIŞê ji sala 2015ê ve li bakur û rojhilatê Burkina Faso gelek caran êrîşan pêktînin.