Gumana min di vê yekê da nîne ku PKK ji bilî xwe ti partiyeka din qebûl nake û ji Abdullal Ocalan pêvetir jî ti kesî wek serok û rewşenbîr û fîlozof qebûl nabîne. Lê min ti carî bawer nedikir siyasetmedara kurd û xebatkara bi nav û denga Bakurê Kurdistanê Leyla Zana tehdîd bikin û jê ra bêjin bêdeng be û dawî bi jiyana xwe ya siyasî bîne!
Bi rastî Leyla Zana li ku ye? Çima deng û basê wê nîne û çima heta niha carekî jî daxuyaniyek nedaye dezgeheka medyayî? Gelo dikeve serê kê ku Leyla Zana li hember van hemû pêşhat û guhertinan de û di heyama pênc salên borî de tenê daxuaniyekê jî nede!?
Leyla Zana ew jina wêrek e ku li Tirkiye û di medyaya wî welatî de sembola wêrekî û xebatkariyê tê nasîn û ji gotina nêrînên xwe jî natirse. Lê niha bêdeng e û ti dezgeheka medyayî ya PKK û HDPê jî nikarin tiştekî li ser bêjin û binivîsin.
Siyasetmedar û nivîskarê Bakurê Kurdistanê, Selîm Çurukkaya ku piştî kûdetaya serbazî ya 1980 li Tirkiyê ji ber endamtiya PKKê 10 salan hat girtin û pişî ku hat berdan jî çû ba Ocalan li geliyê Beqayê (Lubnan), got, ez bi xeletî ketibû xefka PKKê û min Ocalan û îdeolojiya wî xelef fam kiribû.
Çurukkaya dibêje, Ocalan peyayê dewleta Tirkiyê ye û di çendîn pirtûkên xwe de jî vê yekê tîne ziman lê rastî nerastiya vê mijarê ne xema min e. PKK dikare bersiva vê yekê bide. Ji xwe Cemîl Bayik carekî bi tundî bersiva Çurukkaya dabû. Lê ya ku bo min girîng e, ev e; Leyla Zana li ku ye?
Selîm Çurukkaya di bersiva pirsê da ji min ra got, Ocalan bi rêya wan kesên ku li girtîgeha Îmraliyê diçûn dîtina wî, peyamek ji Leyla Zana ra şandibû û jê ra gotibû, ji Leyla Zana ra, ku dixwaze were dîtina min, bêjin bila ti carî vê yekê neke, eger wisa bike dê baca wê bi canê xwe bide!
Min ji Çurukkaya pirsî, em çawa bizanin ev gotin rast in yan na? got, çima derew be. Zêdetirî 5 salan e Leyla Zana ti tiştekî nabêje û bêdeng e. Ocalan jê ra gotibû, bila here gundê xwe û dawî bi jiyana xwe ya siyasî bîne û nabe bi ti rengî daxuyaniyan bide û derkeve derve.
Eger gotinên Selîm Çurukkaya jî rast nebin lê dîsa jî ev pirs her di cihê xwe da dimîne; Leyla Zana li ku ye?
Ma qey dibe, li aliyekî HDP di bin fişareka mezin da be û bi dehan xortên kurd bên girtin û medyaya cîhanê behsa kurdên Bakur bikin lê Leyla Zana, ew siyasetmedara mezin û wêrek tiştekî nebêje!
Tirkiyê bi hemû fişar û medyaya xwe nekarî devê Leyla Zana bigire û bêdeng bike lê mixabin Ocalan bi yek tehdîdê ew bêdeeng kir!