Bêwar Barî Teyfûrî
Dujmin tê hundirê mala meda pêş çavê alemê eşkera destdirêjîyê dike, şeref û namûsa mera dileyize, zarokên me dukuje çalak û zanayên me digire, girtîgehada îşkenca (ezîyet) didê, berê bi sed hezaran kesên kurd dide rev û bezê warê wan tûl tevez dike, lê em nikarin gelê xwe ji derbeyên dagirkeran biparêzin, em nikarin şerefa xwe, namûsa xwe, warê kal û bavê xwe, axa welatê xwe, dîroka xwe, kesayet, resen û zarokên xwe ji êrîş û zulma dujmin biparêzin. Ji bo ku em hevdu qebûl nakin hevdu qaîl nabin her tişt ê me talan û wêrane... Lê em çi dikin? Tenê ji yekbûnê qal dikin, heya kengê emê behsa yekbûnê bikin??? Heya kengê hevdu tewanbarkin.
Dujmin êdî ketîye nava hiş û mejûyê me. Kurd çi çaverê dikin? Dîroka raperîna me hertim bi îxanetê ve xitim bûye.
Yên bê şeref, bê namûs, newêrek , xwefiroş bese xwe bifroşin, bese xwîna şehîda, keda mêrxasa bifroşin, nevîyên we dê we nebexşînin.
Bese êdî an bibin mêr hevdu bigirin bibin yek hevdu qebûlkin , an jî bimirin herin ji dîrokê gêzîbin. Eybe, şerme bin minetada jîne rezîlî û bê namûsîye. Bese êdî bi meşa li qada, li soqaqada xwe nexapînin, dujmin him welatê me him jî hiş û mejîyê me dagir û parçe parçeyî kirîye. Em ji hevdu dûr xistine, hemberî hevdu rakirine. Meydan, meş, lozûng bê feydene. Azadîyê pêşkêş nakin. Wext çaverê nake, bi şaşî ú kêmasîya ve jîn nabe. Jîna azad, pîroz, durust, paqij, saxlem yekbûnêdaye. Miletê ku yekbûna wî tune tu tiştê wî ji tune, ji her nirxî bê pare.
Her mirov deyndar û peywirdare netewa xwe hes bike û jêra qedr dayne, bê temene xizmeta gelê xweda be. Ev erka her kesîye .
Gel ji bo her kesî nasnameya (pesaporte) resene, nav nîşane. Her kes bi netewa xwe tê naskirin û pejirandin. Netew xayî û xwedane bo her kesî. Mirovê bê xayî bê qedir bê rûmete. Milet per û baskê mirovane, bave, pişte, hêze, zîyarete, refe, evraye. Bê van pîvanan mirov nikare li ser pîya bisekine. Bapîrê me badilhewa negotine ,,Her teyr xaşe bi refê xwe ve,, Mirovê ku netewa xwe hes nake xwe nas nake. Bê xweda, bê bawer û bê îmane. Kesê ku ji netewa xwe dûr dikeve zeif û bê pişte, bê nasnameye (bê peseporte).
Mirov bi miletê xwe mezin dibe, şanaz dibe digêhije dereca cîyê xwe digire. Gel jî bi kesayetên xwe bi sîyanet, hêja ve tê naskirin û nirxandin, dîrokêda cîyê xwe digire. Lê welat û kesayetên me gelek dagirkirîne.
Gelê kurd ji bo siberoja xwe hemberî dagirkerîyê şerekî mezindaye.
Em kurd ku destê hevdu negirin, hevdura xwedî dernekevin, piştgirîya hevdu nekin emê roda herin. Ba, bager, teyrok yê me hilde bibe şel pela, zinaraxe pirtî pirtî bike, nefesa me yê bimiciqe. Ji bo ku em netemirin winda nebin em hewceyî hevdugirtinêne, em hevra qedir daynin emê serkevin.
Em bibin yek emê bibin milet, dewlet, ku em nebin dewlet emê bijîn bi minet. Ku em piştgirîya hevdu nekin siberojêra tune zemanet.
Belê, gelê ku yekbûna wî tune şeref û namûsa wî jî tune.
Netewa ku bi tore, wêje û dîroka xwe netewî mezin nabe bê resen, bê nasname dimîne, pêşeroja xwe winda dike .Bê hest ,bê nirxên netewî bê ruhe nikare li ser pîya bisekine, nikare salname xwe binîvsîne, bê qismete, kole û xulamê dîrokê ye, pêkenî û leyistokê dem û gelane. Ji bo berjewendî û serkeftinên xelkê tê bikar anînê.
Ji bo ku zarok û torinên me bê nasname nemînin, nebin xulamê xelkê, nebin pêkenî, bindesta da nemînin demildest bibin yek. Ji bo xatirê peşerojek azad, ji bo xatirê zarokên xwe mecalê nedin dubare wext derfeta serxwebûnê ji me bicopîne. Tu rêxistin, partî, sazî bi mîtîng û slogana nikare kurda ji êrîş û zextên dagirkeran biparêze. Bi sloganan serxwebûn çênabe. Ku em bikaribin yekbin dîrok û wext yê hevbeş xizmeta medabin. Bi vî awayî em dikarin dujmin lawaz, xembar û tengav bikin. Azadî, rûmet, tore, pêşeroj yekbûnêdaye. Dîrok û wext çaverê nake. Dem ya meye. Şans bernedin. Welatekî wêran bê yekbûn ava nabe, miletekî berdest jî rizgar nabe.....!
Ji bo ku netewek li ser pîya bisekine û xwe biparêze jêra yekbûn û azadî lazime. Têkçûn li eniya me ra lekeye....!
Bêwar Barî Teyfûrî (Rûsya).
15.08.2021