BasNews – Li bajarê Hewlêrê konferansa bi navê “Dîdara MERI” bi beşdariya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî tê lidarxistin.
Îro li Hewlêrê konferasek bi navê Dîdara MERI, ku ji aliyê Enstîtuya Rojhilata Navîn bo Lêkolînê (MERI) ve hatiye amadekirin, tê lidarxistin.
Serokê enstîtuya MERI, dr. Dilawer Eladîn ji BasNewsê re got, di vê dîdarê de serkirdeyên Kurdistanî û Iraqî û akademîsyenên biyanî û navxwe dê li ser çawaniya aramiya Iraqê gotûbêj bikin.
Dr. Dilawer Eladîn her wiha got, du hefte bi ser hilbijartinên giştî yên Iraqê re derbas bûye û niha pêkanîna kabîneya nû di rojevê de ye ji ber wê jî gotûbêj û civînên wiha pêwîst in da ku nexşe rêya paşerojê were danîn.
Serokê enstîtuya MERI da zanîn jî, di dîdarê de nûnerên wan welatên ku bandora wan li ser Iraqê heye, jî beşdar dibin.
Dîdara MERI bi dirûşma “Iraqeka Aram, Herêmeka Aram” dê du rojan berdewam be û ji 8 panêlan pêk tê.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, nûnerê bizava Sedir, Emîr Kînanî, balyozê Amerîka li Iraqê, sekreterê polîtburoya PDKê Fazil Mîranî, emîndarê giştî yê Yekgirtû, Selahedîn Behadîn, parêzgarê Besra Eshed Abidanî, serokê Komel Elî Bapîr, balyozê Almanya li Iraqê, şêwirmendê wezîrê derve yê Îranê Mihemed Kazim Secadpûr, balyozê Rûsya li Iraqê, balyozê Tirkiye li Iraqê û komek amadekîsyon û rewşenbîrên din beşdar dibin.