BasNews – Îro 26.10.2021ê lijneya wuze û çavkaniyên xwezayî ya Parlamentoya Kurdistanê li gel wezîrê çavkaniyên xwezayî yê hikûmeta herêma Kurdistanê Kemal Etrûşî dicive û dê guftûgo derbarê çareser kirina pirsgirêka sotemenî û daxistina nirxê benzînê de bikin.
Endamê lijneya wuze û çavkaniyên xwezayî Bextiyar Şukrî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Lijneya me raportek derbarê sedem û çareseriya pirsgirêka sotemenî û daxistina nirxên wan de amade kiriye û ji bo çareseriyê jî çend pêşneyar hatine kirin.’’
Herwaha got: ‘’Îro berî civîna Parlamentoya Kurdistanê lijneya çavkaniyên xwezayî dê li gel wezîrê çavkaniyên xwezayî bicive û guftûgo derbarê wan pêşneyar û li ser tedbîrên wezaretê yên ji bo kêm kirina nirxê benzînê bên kirin.’’
Îro Parlamentoya Kurdistanê dê bicive û yek ji mijarên guftûgo kirinê jî pirsgirêka sotemenî û daxistina nirxê benzînê ye.