BasNews- Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê li Bakurê Kurdistanê kamyona ku ka barkiribû wergeriya û wê rûdanê de 2 kes mirin.
Kamyona ka barkirî ya bi plaqeya 38 VU 375 a Ş.Î. diajot ji Qelqelê ya Wanê diçû navçeya Bazîda Agirî li herêma Gokçebulaxê wergeriya.
Di qezayê de ajokar û kesekî din ku ligel ajokarî bû yê di kamyonê de miriye.
Herwuha ligor zanyariyan cenazeyên ajokar û kesê din ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Bazîdê ya Doç. Dr. Yaşar Eryilmaz hatine veguhestin.